BI DÎMEN

QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Di operasyona QSD’ê ya li bakurê Reqayê de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

DAXUYANIYA QSD’Ê

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonekê ku li gundê Şinîniyê yê kantona Reqayê pêk hatibû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me QSD’ê, di çarçoveya wezîfe û xebata xwe ya li dijî terorê de operasyonek li gundê Şinênê yê bakurê Reqayê lidar xist. Operasyon roja şemiyê 14’ê Îlonê bi armanca jihevbirina şaneyeke xeternak a rêxistina DAÎŞ a terorê ya 2 serçeteyan pêk hat.

Operasyon bi beşdarî û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Hêzên me cihê ku şaneya terorîst lê dima, dorpêç kir û ji terorîstan xwest ku xwe radest bikin, lê terorîst reviyan û gule li şervanên me reşandin. Şervanên me jî neçar man bersivê bidin û şer derket. Di şer de 2 endamên şaneyê; terorîst Ebû Yûsif û Ebû Meter hatin kuştin. Her du terorîst berpirsên kiryarên qetilkirinê ne."

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de çek û amûrên peywendiyê yên ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin ev in: 2 çekên kalaşînkof, çekeke beje silahe marka ye AkS-74U, 2 demançe, 6 bombeyên destan, 10 cercûrên kalaşînkofan, rextek, dûrbîneke leşkerî, 7 telefon, 2 telefonên normal, rawterek (WIFI), hejmarek belgeyên kesayetî.

Di dawiyê de hate gotin: "Hêzên me dê nehêlin rêxistina terorîst jinûve xwe zinîd bike û bi rêxitin bike. Em ê operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî endamên rêxistina terorîst û zuhakirina tevahî jêderên wê berdewam bikin heya herêmê ji terora wan xilas bikin."