ROJANE
Hemû Nûçe
-
Jinên li Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan
Li Hesekê bi pêşengiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin û berxwedana YPJ’ê hat silavkirin. -
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî ji Îmraliyê vegeriya. -
Li 3 bajaran ji bo girtiyan çalakî hatin lidarxistin
Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku rewşa girtiyên bi navê Besra Erol, Kemal Erturk û Fevzî Aslan giran e û hate xwestin ku tavilê werin berdan. -
Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 6'emîn de ye
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye, li gel hewa sar jî di roja 6'emîn de ye. -
Ji bo Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin
Dayikên Şemiyê ji bo Mahmût Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin. -
Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan ji bo dîtina Rêber Apo çûn Îmraliyê. -
Tûnç: Ez bi birayê xwe û hevalên wî serbilind im!
Sarya Tûnç a xwişka Rojnamevan Hayrî Tûnç ê ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin got: ‘’Ez bi birayê xwe û hevalên wî yên xwedî li hevpîşeyên xwe derketine, serbilind im.’’ -
SMJÊ bang kir: Li dora Rêveberiya Xweser û QSD'ê bibin yek
SMJÊ bal kişand ser metirsiya li Sûriyeyê ya li ser bawerî û metirsiyên cuda û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku li dora Rêveberiya Xweser û QSD'ê bibin yek. -
Li gorî hiqûqê divê 'mafê hêviyê' bê naskirin
Hevserokê Şaxê Enqereyê yê OHD'ê Ferdî Sîdar diyar kir ku desthilatdariya Tirk hem li gorî hiqûqa navxweyî hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî divê 'mafê hêviyê' nas bike. -
ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Îsraîl: Hikûmeta nû ya Sûriyeyê çeteyekî terorîst e
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar destnîşan kir ku hikûmeta nû rejîmeke Îslamî ye ku wê hewl bide li ser tevahiya Sûriyeyê kontrolekî yekbûyî ava bike. Waliyê Şamê jî got, “Tu tirsa me li dijî Îsraîlê nîne û pirsgirêka me ne bi Îsraîlê ye.” -
Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de digire û hîn sedema vê yekê ne diyar e. -
PÎK: Me Komkujiya Roboskiyê ji bîr nekir
PÎK’ê Komkujiya Roboskiyê şermezar kir û wiha got: “Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd rû bi rû neyê, li Tirkiye û Kurdistanê aramî pêk naye û pirsgirêka Kurd jî neyê çareserkirin.” -
Destûra hevdîtinê ya bi Rêber Apo re hat dayîn
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re bi erênî bersivand. -
Rêxistina Efûyê bertek nîşanî girtina rojnamegeran da
Rêxistina Efûyê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û girtina rojnamegeran da û daxwaza serbestberdana wan kir. -
Navnîşana înternetê ya MA û Yenî Yaşamê hat astengkirin
Navnîşana înternetê ya ajansa MA’yê û Rojnameya Yenî Yaşamê hat astengkirin. Rojnameya Yenî Yaşam diyar kir ku 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê bi biryara keyfî ya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê 2 caran navnîşana malpera rojnameyê asteng kiriye. -
1043 kesayetan mohra xwe danîn binê belavoka banga ji bo aştiyê
1043 kesayetan li dijî polîtîkayên şer û neçareseriya di pirsgirêka Kurd de belavokek amade kirin û gotin, "Ji bo pêvajoyeke aştiyê destpê bike, em bang dikin ku tavilê gav bê avêtin." -
FEDA'yê li dijî êrîşên li ser Elewiyan bang kir
FEDA'yê êrîşên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir û got, "Em bang li civaka neteweyî û raya giştî dikin ku bikevin nava tevgerê.” -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên Sevda Serînyel ên HBDH’ê li Mêrsînê çalakî kirin
Milîsên Sevda Serînyel ên HBDH’ê ragihandin ku wan li navçeya Tarsûs a Mêrsînê li dijî şaxeke ayîdê zincîr market, çalakiya sabotajê kirine. -
DFG'ê rapora hiqûqî ya sala 2024'an eşkere kir
DFG'ê ragihand ku piştgiriya hiqûqî di nava sala 2024'an de da 152 rojnamevanan û dozên bi dehan rojnamevanan şopand. -
Hiqûqnas Ozoral: Divê 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn
Hiqûqnas Mûstafa Ozoral anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn. Mûstafa Oral destnîşan kir ku tecrîd xizmetê ji şer re dike. -
ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin
Girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku ev demeke dirêje qedexeya hevdîtina bi malbatan re li ser wan hebû bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. -
DBP: Gelên Sûriyeyê di bin talûkeyê de ne, em ê bêdeng nemînin
Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li ser Elewî û Xrîstiyanên li Sûriyeyê da û got: “Em ê li hember qirkirinên nû bêdeng nemînin.”