Li 3 bajaran ji bo girtiyan çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku rewşa girtiyên bi navê Besra Erol, Kemal Erturk û Fevzî Aslan giran e û hate xwestin ku tavilê werin berdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Di çalakiyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê de bal hate kişandin ku rewşa girtiyan giran e. Endamên Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê 666’emîn çalakiya xwe ya heftane ya bi navê ‘Rûniştina F’ li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kiland ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Kemal Erturk ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê rehîn tê girtin.

Daxuyaniya ÎHD’ê ji aliyê Oya Ersoy ve hate xwendin û Ersoyê anî ziman ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Kemal Erturk hene û got ku divê Erturk tavilê were berdan. 

ÎZMÎR

Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo ku balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 303’yemîn li dar xistin. Çalakî li pêşiya avahiya Sumerbank a li navçeya Konakê hate lidarxistin û çalakvanan di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Girtî ya Elezîzê tê rehîngirtin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiyê de anî ziman ku gelek nexweşiyên Besra Erolê hene û diyar kir ku divê Besra Erol tavilê were berdan.

ENQERE

Endamên Înîsîyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş Re ji bo ku balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Cadeya Sakaryayê çalakiya xwe ya 537’emîn li dar xistin. Daxuaynî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ve hate xwendin.

Yazmaci anî ziman ku di nava sala 2024’an de herî kêm 32 girtiyan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. Yazmaci di çalakiya vê hefteyê de têkildarî rewşa girtiyê nexweş ê giran Fevzî Aslan (57) axivî û diyar kir ku divê Aslan demildest were berdan.