ROJANE
Hemû Nûçe
-
Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate tehliyekirin
Abdulazîz Ok ê ku di sala 1993’yan de li Amedê bi hinceta ‘’xirabkirina aramî û yekîtiya dewletê’’ cezayê muebetê lê hatibû birîn, piştî 32 salan hate tehliyekirin. -
Heyeta Îmraliyê wê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibe hevdîtinê bikin. -
Cezayê hepsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn
Bi îdîaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hepsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn. Berkîn Elvan sala 2013’an li Stenbolê di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin. -
Ji bo Firat Epozdemîr 15 sal cezayê hepsê tê xwestin
Derheqê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemir de îdîanameyeke ku daxwaza 15 sal ceayê hepsê dike, hate amadekirin. -
7 rojnamevanên çalakiyên li Stenbolê dişopandin ketin ber dozê
Li dijî 7 rojnamevanên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li Parka Saraçhane ya li Stenbolê dişopînin doz hate destpêkirin. -
Rêber Apo: Bi biryar im ku pêvajoyê bi ser bixînim
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku di hevdîtina cejnê ya dawiya meha Adarê de Rêber Apo ji wan re gotiye, "Ez bi biryar im ku vê pêvajoyê bimeşînim û bi ser bixînim. Hêviya min jî heye û ji bo vê dixebitim." -
Dema hilbijartinên parlamenta Iraqê diyar bû
Li Iraqê hilbijartinên parlamentê wê di 11'ê Mijdara 2025'an de bêne kirin. -
Li du girtiyên nexweş ên li Tokatê hevdîtin hate qedexekirin
Girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê girtî ne, ji ber ku lêgerîna nava dev red kirin, 3 mehan qedexeya hevdîtinê li wan hate ferzkirin. -
Anketa li 16 bajaran: Ji sedî 42,5 bawer dikin ku Rêber Apo wê aştiyê pêk bîne
Ji sedî 42,5 ê beşdarên anketa li 16 bajaran di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo wê aştiyê pêk bîne. Ji sedî 58,9 jî dixwazin mafê hêviyê bê bikaranîn. -
ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Partiya Keskan a Elmanyayê serdana DEM Partiyê kir
Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir. -
Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê derbarê Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û geşedanên dawî de hevdîtinan pêk tîne. -
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran çalakî kir
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo ku endama wan a girtî Hatîce Onaran were berdan û dawî li zextên li ser parêzvanên mafên mirovan bê anîn, daxwazname ji girtîgehan re şand. -
TPAO’yê li Wanê erdên tapokirî desteser kirin
Li gundê Beşparmak ê navçeya Bêgirî ya Wanê erdên gundiyan ên tapokirî ji aliyê Şîrketa Petrolên Tirkiyeyê ya Anonîm (TPAO) ve bi hinceta xebatên lêgerîna petrolê hatin desteserkirin. -
‘Şandeya DEM Partî wê di nava hefteyê de bi Erdogan re hevdîtinê bike’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ragihand ku dibe di nava hefteyê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û şandeya DEM Partiyê hevdîtinê bike. -
Bakirhan: Divê mafê hêviyê bikeve rojevê, Meclîs demildest gav bavêje
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Tirkiye êdî di dema biryardayînê de ye û xwest ku mafê hêviyê yê Rêber Apo bikeve rojevê û Meclîs demildest gav bavêje. -
Meha Adarê 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku meha Adarê herî kêm 145 karker li ser kar mirin. -
Li herêma Stavropol bi wesîleya 4’ê Nîsanê turnûvaya futbolê
Li navçeya Novoalêksandrovska ya bajarê Krasnozorînska ya herêma Stavropol, bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Avşar piştî 30 salan serbest hat berdan
Sedat Avşar piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê serbest hat berdan. -
Parêzeran îtirazî girtina Îmamoglû kirin
Li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû îtirazî dadgeha Stenbolê hat kirin. -
Baroya Amedê bêhiqûqî şermezar kir û daxwaza azadiya parastinê kir
Baroya Amedê bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyek da û li hemberî êrîşên li ser mafê parastinê nerazîbûnên xwe nîşan da û diyar kir ku ew ê bi biryardarî li ber xwe bidin. -
Wezîrê Dadê ‘lêgerîna tazî’ derewand, rastî wî dideriwînin
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêgerîna tazî ya ku tê îdakirin li dijî xwendekarên zanîngehê yên di dema şermezarkirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatiye pêkanîn, daxuyanî da. -
Temellî: Banga Abdullah Ocalan rê nîşan dide!
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Eger li meclîsê, li qadan, febrîqeyê, zeviyan krîz hebe yekane rêya wê ya çareseriyê, lihevkirina bi feraseta civaka demokratîk e."