Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Amedê ya OHD’ê û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.
Abdulkadîr Guleç, bal kişand ser girîngiya mafê parastinê û diyar kir ku rêveberî bi awayekî rasterast destwerdana pêvajoya darazê dike û got: ‘’Ev geşedan nîşan didin ku daraz di bin bandora faktorên siyasî de ye, ewlehiya hiqûqê ji holê hatiye rakirin û kiryarên kêfî hatine normalîzekirin. Weke parêzeran em li hemberî pêvajoyên li dijî hiqûqê serweriya hiqûqê, mafê darizandina adil û parastina azadiya parastinê têkoşîna xwe bi biryardarî didomînin.’’
Guleç di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bûyera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya 10 salan beriya niha hê jî nehatiye eşkerekirin û berovajî vê yekê kujer bi biryara serbestberdanê hatine xelatkirin û got: ‘’Ji bo ku dosyaya têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî bi bêcezakirinê bi dawî nebe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
Guleç di dawiya axaftina xwe de dubare destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo hiqûqê bidomînin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran em dubare dikin ku weke parêzeran em ê girêdayî hemû şert û mercan parastina serweriya hiqûqê bikin û tu carî dev ji têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo avakirina civakeke ku rêzê li mafên mirovan û rêgezên gerdûnî digire, bernedin.’’