Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate tehliyekirin

Abdulazîz Ok ê ku di sala 1993’yan de li Amedê bi hinceta ‘’xirabkirina aramî û yekîtiya dewletê’’ cezayê muebetê lê hatibû birîn, piştî 32 salan hate tehliyekirin.

Abdulazîz Ok ê ku bi awayekî derqanûnî bi biryara Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû girtin, li girtîgehên Amed, Bartin, Kandira, Bolû, Şirnex û Wanê hate rehîngirtin.

Herî dawiyê jî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê re hate sewqkirin û dihat payîn ku di sala 2023’yan de were tehliyekirin.

Lê belê ji ber redkirina ferzkirina ‘’poşmantiyê’’  û cezayên lê hatibûn birîn tehliyeya Ok bi awayekî kêfî hatibû taloqkirin.

Abdulazîz Ok 7’ê Nîsanê hate berdan û vegeriya gundê xwe yê bi navê Tîlalo yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê.