Heyeta Îmraliyê wê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibe hevdîtinê bikin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibe hevdîtinê bikin.
Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de li ser rojevê axivî. Erdogan diyar kir ku wê sibe bi heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtinê bike.
Erdogan got, "Em ê vê pêvajoya ku weke Tifaqa Cûmhûr bi hesasiyet û sebreke mezin dimeşînin, ji bo xêra welatê xwe bi encam bikin. Em ê sibe bi heyeta DEM re hevdîtinê bikin û îradeya xwe ya ji bo pêkanîna armanca xwe ya Tirkiyeya dûrî ji terorê piştrast bikin. Bi Tirk, Kurd, Ereb, Elewî û Sûnî em ê hem herêma xwe, hem jî welatê xwe ava bikin. Ya ku li AK Partiyê, li Tifaqa Cûmhûr tê, ev e."