Ji bo Firat Epozdemîr 15 sal cezayê hepsê tê xwestin

Derheqê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemir de îdîanameyeke ku daxwaza 15 sal ceayê hepsê dike, hate amadekirin.

Lêpirsîna derheqê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemir de bi dawî bû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna ku bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ dabû  destpêkirin, bi dawî kir  û di îdîanameya xwe de ji bo Epozdemîr cezayê hepsê yê di navbera 7 sal û 6 mehan û 15 salan de dixwaze.

Di îdîanameya derheqê Firat Epozdemîr ê ku ev sê meh in di bin çavan de ye ev yek jî hatiye gotin: ‘’Li gorî agahiyên têkildarî kesê gumanbar, hatiye tespîtkirin ku kesê gumanbar girêdayî fermana Abdullah Ocalan  li bajarên rojavayê Tirkiyeyê di nava Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi armanca birêxistinkirinên çepgir û kanalîzekirina hêza siyasîya ya komên marjînal û potansiyelê ya ji rêxistinkirinê re weke Serokê navçeya Bagcilar a Stenbolê kar kiriye.’’

Îdîaname ji 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate pêşkêşkirin û 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê wê piştî lêkolînên hewce biryara êrêkirina îdîanameyê bide.