ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.

Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî dewletê dan ku ji 27'ê Sibatê û vir ve gav neavêtiye û xwestin, beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê li civîna koma partiya xwe biaxive.

The Economist li ser mijara hevrikiya Îsraîl û Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê gotarek weşand. Li gorî analîza kovarê, bûyerên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê diqewimin xwedî wê rîskê ne ku dikarin Tirkiye û Îsraîlê yekser bîne hemberî hev.

Parêzvana mafên mirovan a li Îranê girtî Nergiz Mohammadî ji bo Werîşe Mûradî payemeke piştevaniyê weşand ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Şanoger Rezan Salih a ji bajarê Silêmaniyê tevlî mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bû, anî ziman ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol hêzekê ji bo şanogeran ava dike, em jî hêza xwe ji vê mihrîcanê digirin.