Dema hilbijartinên parlamenta Iraqê diyar bû
Li Iraqê hilbijartinên parlamentê wê di 11'ê Mijdara 2025'an de bêne kirin.
Li Iraqê hilbijartinên parlamentê wê di 11'ê Mijdara 2025'an de bêne kirin.
Desteya Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya îro de bi piraniya dengan qebûl kir ku hilbijartinên parlamenta Iraqê di 11'ê Mijdara 2025'an de pêk were.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê hefteyên derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinê kirine û di dema diyarkirî de wê bêne kirin.