7 rojnamevanên çalakiyên li Stenbolê dişopandin ketin ber dozê

Li dijî 7 rojnamevanên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li Parka Saraçhane ya li Stenbolê dişopînin doz hate destpêkirin.

Rojnamevan Zeynep Kûray, Hayrî Tûnç, Yasîn Akgul (AFP), Bulent Kiliç, Alî Onûr Tosûn (NOW TV), Gokhan Kam û Kûrtûlûş Ari ku çalakiyên piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatin destpêkirin dişopandin, di 25'ê Adarê de di serdegirtina malên wan de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin.

Rojnamevan di 27'ê Adarê de li ser îtirazê hatin berdan, lê belê gilînameya li hemberî wan hate amadekirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 62'an a Stenbolê ve hate qebûlkirin.

Rojnamevan wê bi sûcdariya 'Rabûna li ber Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan' bêne darizandin.

Di gilînameyê de gotineke bi vî rengî balê dikişîne: "Nehatiye tespîtkirin ku gumanbaran karekî rojnamevaniyê kirine." Dema rûniştina destpêkê ya dozê hîn nehatiye eşkerekirin.