ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 29’Ê ADARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê -
Hejmara kesên di çalakiyên protestoyî de hatin girtin derket 263’yan
Ji 134 kesên di çalakiyên şermezarkirina girtina Ekrem Îmamoglû de hatibûn binçavkirin, 53 kes hatin girtin. -
Ji rojnamevan Joakim Medin ê ku hat Stenbolê agahî nayê girtin
Hat diyarkirin ku ji rojnamevanê Swêdî Joakim Medin ê ku ji bo şopandina çalakiyên li Tirkiyeyê hat Stenbolê, agahî nayê girtin. -
13 fezlekeyên parêzbendiyê pêşkêşî Meclîsa Tirk hatin kirin
Ji bo rakirina parêzbendiyê derbarê 11 parlamenterên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî hene, bi giştî 13 fezlekeyên nû pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. -
Ciwanên Rihayê banga tevlîbûna meşa Amarayê kirin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê banga tevlîbûna meşa “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" kir ku wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bê lidarxistin. -
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Roboskî di meha 159'an a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin
Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş hate pîroz kirin. -
Li Amedê malbatan serdana gorên şehîdan kirin
Li Amedê malbatan bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana gorên xizmên xwe yên di dîrokên cuda de şehîd bûne û wan bibîr anîn. -
Parêzeran ji bo Îmraliyê banga 'lezgîn' li CPT'ê kir
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe ya çar mehan a têkildarî Îmraliyê de ragihand ku 52 serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din bêbersiv hatine hiştin û ji CPT xwest, bi lez biçe Îmraliyê. -
Çîçek: Hempîşeyên me ji ber ku êşkence ragihandin hatin girtin
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî girtina 7 rojnamevanên li Stenbolê axivî û got: ‘’Hempîşeyên me ji ber êşkenceya desthilatdariyê ya di çalakiyan de ragihandin, hatin binçavkirin.’’ -
2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan Elîf Bayburt û Nîsa Sude Demîrel jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. -
Li ODTU’yê berxwedan bênavber didome
Tevî êrîşa polîsan jî xwendekarên ODTU’yê berxwedana tevahiya şevê dewam kirin. Li Enqerê ji binçavkiriyan 3 kes hatin girtin. -
ROJEVA 28'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
RTUK’ê cezayên rawestandina weşanê û pereyê da televîzyonan
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) cezayên giran da kanalên televîzyonê yên ku protestoyên piştî binçavkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu destpê kirin, weşandin. -
Li Cizîrê fermandar Egîd hate bibîranîn
Li navçeya Cîzirê ya Şirnexê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) di 40’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. -
Êşkence li 10 kesan hate kirin
Li Îzmîrê 10 kesên ku bi îdîaya beşdarbûna çalakiya protestoyî hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê rastî êşkenceya gardiyanan hatin. -
Li fakulteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykotê destpê kir
Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Anadolûyê ku Alî Îsmaîl Korkmaz ê di Berxwedana Gezî de hate qetilkirin lê xwendekar bû, biryara boykotkirina dersan hate wergirtin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hezar û 879 kes hatine binçavkirin
Di çalakiyên protestoyî yên piştî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de hezar û 879 kes hatine binçavkirin û ji van kesan 260 kes hatin girtin. 468 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. -
Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê di serdegirtinên duh bi şev û danê vê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin. -
Dewleta Tirk mafê hêviyê binpê dike
Mafê hêviyê yek ji mafên sereke ye ji bo girtiyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn. Lê belê dewelata Tirk a dagirker mafê hêviyê naparêze û li dijî zagonên mafê mirovan derdikeve. -
ROJEVA 27'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nûrî Aslan bû Serokwekîlê ÎBB’ê
Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 23’ê Adarê de hate girtin, li Meclîsa ÎBB’ê hilbijartina serokwekîltiyê hat kirin. -
ÎHD’ê têkildarî 'qeyûm' name ji Wezareta Karên Hundir re şand
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyek da. -
Yilmaz Tûnç: Em ê serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê binirxînin!
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç diyar kir ku wê serlêdana malbata Rêber Apo ya ji bo hevdîtinê binirxînin.