ROJANE
Hemû Nûçe
-
Anketa li 16 bajaran: Ji sedî 42,5 bawer dikin ku Rêber Apo wê aştiyê pêk bîne
Ji sedî 42,5 ê beşdarên anketa li 16 bajaran di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo wê aştiyê pêk bîne. Ji sedî 58,9 jî dixwazin mafê hêviyê bê bikaranîn. -
ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Partiya Keskan a Elmanyayê serdana DEM Partiyê kir
Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir. -
Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê derbarê Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û geşedanên dawî de hevdîtinan pêk tîne. -
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran çalakî kir
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo ku endama wan a girtî Hatîce Onaran were berdan û dawî li zextên li ser parêzvanên mafên mirovan bê anîn, daxwazname ji girtîgehan re şand. -
TPAO’yê li Wanê erdên tapokirî desteser kirin
Li gundê Beşparmak ê navçeya Bêgirî ya Wanê erdên gundiyan ên tapokirî ji aliyê Şîrketa Petrolên Tirkiyeyê ya Anonîm (TPAO) ve bi hinceta xebatên lêgerîna petrolê hatin desteserkirin. -
‘Şandeya DEM Partî wê di nava hefteyê de bi Erdogan re hevdîtinê bike’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ragihand ku dibe di nava hefteyê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û şandeya DEM Partiyê hevdîtinê bike. -
Bakirhan: Divê mafê hêviyê bikeve rojevê, Meclîs demildest gav bavêje
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Tirkiye êdî di dema biryardayînê de ye û xwest ku mafê hêviyê yê Rêber Apo bikeve rojevê û Meclîs demildest gav bavêje. -
Meha Adarê 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku meha Adarê herî kêm 145 karker li ser kar mirin. -
Li herêma Stavropol bi wesîleya 4’ê Nîsanê turnûvaya futbolê
Li navçeya Novoalêksandrovska ya bajarê Krasnozorînska ya herêma Stavropol, bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Avşar piştî 30 salan serbest hat berdan
Sedat Avşar piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê serbest hat berdan. -
Parêzeran îtirazî girtina Îmamoglû kirin
Li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû îtirazî dadgeha Stenbolê hat kirin. -
Baroya Amedê bêhiqûqî şermezar kir û daxwaza azadiya parastinê kir
Baroya Amedê bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyek da û li hemberî êrîşên li ser mafê parastinê nerazîbûnên xwe nîşan da û diyar kir ku ew ê bi biryardarî li ber xwe bidin. -
Wezîrê Dadê ‘lêgerîna tazî’ derewand, rastî wî dideriwînin
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêgerîna tazî ya ku tê îdakirin li dijî xwendekarên zanîngehê yên di dema şermezarkirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatiye pêkanîn, daxuyanî da. -
Temellî: Banga Abdullah Ocalan rê nîşan dide!
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Eger li meclîsê, li qadan, febrîqeyê, zeviyan krîz hebe yekane rêya wê ya çareseriyê, lihevkirina bi feraseta civaka demokratîk e." -
El Şara hefteya bê, wê li Tirkiyeyê be
Serokkomarê demkî Ahmed el Şara ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad li ser desthilatdariya li Şamê hate bicihkirin, hefteya bê wê serdana Tirkiyeyê bike. -
Tê gotin, DYE'yê çeka xwe ya veşartî li Îsraîlê bi cih kiriye
Hat îdîakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) sîstema parastinê ya fuzeya balîstîk THAAD li Îsraîlê bi cih kiriye. Tê ragihandin ku sîstem dikare li dijî êrîşên fuzeyên balîstîk li îrtîfalên bilind hetta ji derveyî atmosferê jî mudaxileyê bike. -
Biçin nava gel, bi gel re bimeşin!
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan got, "Serok ev yek got: Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re. Ez yekî welê me ku li her deverê xwe bi rêxistin dikim." -
ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî yê CHP'ê hate hilbijartin
Di 21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê de Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin. -
Li peravê Mûglayê bota koçberan noqî avê bû: 2 kes mirin
Hat ragihandin ku li peravê navçeya Fethiye ya Mûglayê bota lastîk a ku dê derbasî giravên Yewnanistanê biba, noqî avê bû û di encamê de 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
‘Tirkiyeyê di nava 5 salan de herî kêm 15 rojnamevan qetil kirin’
DFG’ê bi wesîleya Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk di nava 5 salên dawî de herî kêm 15 rojnamevan qetil kirin. -
Şerîfe Mihemedî: Hêzên Îranê êşkence li min kirin
Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya ku li girtîgeha Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, diyar kir ku hêzên Îranê êşkence lê kirine û got, “Nabe mirov di nava xem û perîşanî de bijî û çok dayne, divê mirov bi hêvî bijî.”