Li peravê Mûglayê bota koçberan noqî avê bû: 2 kes mirin

Hat ragihandin ku li peravê navçeya Fethiye ya Mûglayê bota lastîk a ku dê derbasî giravên Yewnanistanê biba, noqî avê bû û di encamê de 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan.