Berdevka DEM Partiyê bertek nîşanî mufetîşên şandin Mêrdîn û Amedê da

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk li ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Mêrdînê da û got, "Em pêşniyar dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç  û vala xerc nekin."

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îdiayên li ser şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn û Amedê derewand û bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya yê ku mufetîş şandiye şaredariyan da.

Ayşegul Dogan li ser nivîsa Yerlikaya ya X-ê diyar kir ku çavkaniyên gel bi îdîayên bêbingeh hatine xerckirin. Ayşegul Dogan got, “Em dizanin ku tevî daxuyaniyên hevşaredarên me yên Bajarê Mezin a Amedê û Mêrdînê, kesên ku bi dil û can ji van îdîayên bêbingeh bawer bikin hene. Em pêşniyar dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç  û vala xerc nekin. Gelo difikirin ku derbarê gendeliyên qeyûman û deynên ku ew li dû xwe hiştine lêkolînê bikin?"