DEM Partî li Amedê kongreyê pêk tîne

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dest bi amadekariyên ji bo Kongreya Asayî ya 1'emîn kir.

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di meha pêş de li dar bixin, li avahiya bajêr daxuyanî da. Li ser navê komîsyona kongreyê metnê kurdî Rifat Ronî, metnê tirkî jî Gulseren Pervane xwend.

Ronî, diyar kir ku DEM Partî bi têkoşîna ku ji 10 salan zêdetir e bi ked û berdêlên mezin siyasetê dimeşîne, mîratgira kevneşipiya şoreşger û navnîşana siyaseta demokratîk e û wiha got: “Bi salan e li hember hemû êrîş, zext, zor û çewisandinan, li ber xwe daye, bi paş ve gav neavêtiye. Rastiyeke DEM Partiyê ya ku hêza xwe ji gel digire heye. Weke partiyên me yên xwedî çanda siyaseta demokratîk, bi çi zor û zehmetiyan gihîştine van rojan, DEM Partî jî, dê bi vê zanîn û hişmendiyê kevneşopiya şoreşgerî bidomîne."

Ronî, da zanîn ku gel heta îro bi berdêlên mezin xwedî li partiyên xwe yên xwedî siyaseta demokratîk derketiye û wiha domand: “Bi dehsalan e ku bi aqilê dewletê pêkanînên nedemokratîk, bêhiqûq û faşîzan ên ku li tu dera dinyayê nehatine dîtin, li dijî partiyên me yên siyaseta demokratîk dikin pêk hatin. Serkeftina têkoşîna zindî û berxwedêr, encama têkoşîna gelê me û rêhevalên me yên ku di şert û mercên herî zehmet û giran de bi awayekî demdirêj, bi biryardarî têkoşîn meşandine ye. Silav ji hemû gelê me yê ku bi biryardarî têkoşîn meşandiye û ji bo jiyana bi rûmet ked û berdel daye re."

Ronî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî ku tê zanîn, DEM Partiyê di 10 mehan de hilbijartinên parlamentoyê û rêveberiyên herêmî pêşwazî kir. Gelê me, ligel hemû zext, zor, çewisandin, qirkirinên siyasî, pêvajoya hilbijartinan bi awayekî serkeftî derbas kir. Hem nirxandina rewşa me ya rêxistinî ya di pêvajoya hilbijartinê de, hem jî, ji bo bi awayekî xurt pêşwazîkirina siyaseta siberojê bi pêşbînî têkoşîn hate meşandin.

Her wiha, ji avabûna komarê heta vê demê û serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê jî di nav de li dijî siyaseta demokratîk operasyonên qirkirina siyasî pêk tên, hemû maf û azadî tên binpêkirin, her roja ku derbas dibe, bêhiqûqî li tevahiya welat belav dibe û di encama vê bêhiqûqiyê de pêşengên siyaseta demokratîk bi hincetên bêbingeh tên darizandin û di şertên tecrîdê de tên girtin.”

Ronî, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û ev tişt gotin: “Tecrîd, di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan gihîştiye asta herî jor û tevahiya welat veguherandiye girtîgeha servekirî. Em ê tu car vê bêhiqûqiyê û cotstandardiya li dijî siyaseta demokratîk qebûl nekin û bi rihê 8’ê Adarê, Newroza sembola berxwedanê û bi ruhê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê bilind bikin û xebata Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bidin destpêkirin.”

Ronî, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev kongre, dê bibe çavkaniya têkoşîna biryardar. Heta ku tecrîda li girtîgehan were şikandin, aştî, azadî û wekhevî li welatê me serwer bibe, dê ev têkoşîna me ya biryardar bidome. Kongreya me, li me, li gelê me û partiya me pîroz be.

Em soz didin ku, em ê şev û roja xwe bikin yek, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û ji bo serkeftinê çi pêwist be, em ê wê bikin. Em baş dizanin ku şertê serkeftinê rêxistinbûyîn e, ked e, liyaqat e, fedakarî ye, rêgezên girêdana bi partiya xwe û bi aqilê hevpar, esasgirtina îstîşareyê ye.  Ji bo berdewamiya sazûmaniya pergala hevserokatiyê ya ku di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û temsîliyeta wekhev a jinan xeta mor a tekoşîna me ya azadiyê ya dehsalan e.

Em di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê baweriya pêkhatina şoreşa jinan xurt bûye, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinan kongreya xwe pêk tînin. Beşdariya ciwanan a bi dirûşmeya ‘Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin’  beşdariya ciwanan a pêvajoya kongreyê ji bo xebatên me yên kongreyê xaleke sereke, girîng û jiyanî ye.”

Ronî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê hişmendî, bîr, bawerî û biryardariyê em bang li jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê dikin ku werin hêz bidin xebatên kongreya me, di rêveberiyên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê de cih bigirin. Dem dema mezinkirina têkoşînê û bi serkeftinê tacîdarkirinê ye. Roj roja; bi hêza gel, aqilê hevpar û îstîşareyê xurtkirina rêxistinbûyînê ye. Em ê bi hev re têbikoşin! Em ê bi hev re li ber xwe bidin! Em ê bi hev re serbikevin.”