DEM Partî ji Serokê Meclîsê re got: Pêdivî bi paqijkirina rê heye

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana DEM Partiyê kir. DEM Partiyê ji bo destûra bingehîn a demokratîk peyama pêdivî bi paqijkirina rê heye da.

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Hevdîtin, saet di 12.00’an de li Meclîsê dest pê kir. Li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî cih girtin.

Hevdîtin bi qasî nîvsaetê domiya û piştre jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil Kurtulmuş axivî û got ku di çarçoveya xebatên destûra bingehîn de di roja sêşemê de dest bi hevdîtinan kirine û di roja duyemîn de hatine serdana DEM Partiyê. Kurtulmuş, wiha domand: “Em îro hevdîtinan bi sê partiyan re dikin. Sê partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene. Me ewilî serdana DEM Partiyê kir. Me nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Piştî ku bi hevserokên giştî û serokên komê yên rêzdar re hevdîtin kirin têkildarî vê yekê pişt re dê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Hêviya me ew e ku xebateke destûra bingehîn ku piraniya partiyên siyasî yên di Meclîsê de li ser bixebitin û li Meclîsê were qebûlkirin e. Em ê daxuyaniya berfireh a têkildarî îro piştî serdana her sê partiyan bikin pêk bînin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha got: “Em jî weke DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku pêdivî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a demokratîk heye. Nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê û gavên ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bên avêtin, tên zanîn. Pêdivî bi paqijkirinekê heye. Ji bo me gelekî girîng e ku pêvajoya heyî ya tepisandinê ji holê rakin, xalên Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bi cih bînin.

Me destnîşan kir ku em tundiya duh di 1'ê Gulanê de pêk hatiye neyînî dibînin û di pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn de li ser zemîneke bi vî rengî wê zehmetî bên kişandin. Bê guman ji bo me jî girîng e ku em pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn li ser bingeha welatîbûna wekhev a hemû gel û baweriyên cuda bi qada herî berfireh a mutebeqata civakî bidin destpêkirin. Krîzeke kûr û xizaniyeke ku Tirkiye tê re derbas dibe heye.

Weke hemû partiyan berpirsyariyeke me heye ku pêvajo bi rengekî ku vê pirsgirêka lezgîn û tirsnak veneşêre, bi pêş bikeve.”