Li Bûrsayê zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin

Li Bûrsayê di serdegirtinên malan de zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat destpêkirin de danê sibehê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Sabîha Toktaş, Salîha Toktaş, Nesîba Akan, Yûsûf Yagiz, Mahmût Yildirim, Sadiye Çelîk, Nûrcan Apakan, Elîf Karatekîn, Mazlûm Aymaz, Emîne Borne, Yûsûf Vûral jî di nav de zêdetirî 20 kesên ku navê wan nayê zanîn hatin binçavkirin.

Hat hînbûn ku lêpirsîna kesên ku bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê kirine” birin Midûriyeta Emniyetê ya Bûrsayê, didome.