Îranê girtiyekî din ê Kurd îdam kir

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê girtîyê Kurd ê bi navê Enver Xizrî îdam kiriye.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê girtîyê Kurd ê ji Mehabadê yê bi navê Enver Xizrî ku Xizrî ev 14 sal bûn girtî bû, 1’ê Gulanê roja Çarşemê hatiye îdamkirin.

Hate ragihandin ku bêyî ku malbata Xizrî were agahdarkirin, Xizrî li Girtîgeha Kerecê hatiye îdamkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyekî din ê bi navê Xesrew Beşaret jî bi talûkeya îdamê re rû bi rû ye û hate zanîn ku di 1'ê Gulanê de Xesrew Beşaret sewqî hucreyeke taybet kirine.