Li dijî biryara derbarê endamên ÇHD’ê yên girtî de nerazîbûn

Platforma Azadî ji Parastinê re, têkildarî erêkirina cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk nerazîbûn nîşan dan.

Daîreya Cezayan a 3’yan a Dadgeha Bilind cezayên Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli û endamên din ên komeleyê erê kir. Platforma Azadî ji Parastinê re têkildarî biryarê li pêşiya edliyeya li Sihhiyeyê daxuyanî da. Cîgirên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parêzertî sûc nîne” hate hilgirtin û dirûşma “Parêzerên şoreşger bêdeng nabin, li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hate berzkirin. 

Nilufer Irmak Ozkan a ÇHD'î diyar kir ku di pêvajoya 11 salan a dozê de hatiye tespîtkirin ku dijîtalên heyî sexte ne. Ozkan, destnîşan kir ku eşkere bû ku delîlên behsa xeberê ji hêla polîs, dadger û dozgerên ji ber “afirandina delîlên sexte” ji peywirê hatin dûrxistin hatine çêkirin. Ozkan ev tişt anî ziman: “Derewên şahidên nexweşên aqil û tiryakkêş ên ne anîn eywana rûniştinê vala hatin derxistin. Lê tevî vê jî biryara girtinê ya hempîşeyên me hate erêkirin. Tu hukmê vê biryarê nîne. Parêzertî sûc nîne. Em ê her tim li cem hempîşeyên xwe cih bigirin û parêzertiyê biparêzin.”

Turkdogan ê DEM Partiyî jî bertek nîşan da û wiha bang li desthilatdarî kir: “Dê roj were darizandina adilane bo we jî hewce bike. Ewqas jî bi darazê nelîzin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî got ku 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind tetîkkêşiya desthilatdara siyasî dike. 

3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 30’ê Nîsanê de biryara xwe ya têkildarî Kozagaçli û parêzerên din de da. Dadgeha Bilind qismekî biryara dadgeha herêmî erê kir. 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî di biryara xwe ya mijara 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê girtîgehê dabû Kozagaçli û Tîmtîk. 

3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî di biryara xwe de cezayê Kozagaçli weke 10 sal û 15 meh sererast kir. Cezayê 12 salan ê Tîmtîk jî erê kir.

Daîreyê biryar da ku cezayê girtîgehê yê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ji dadgeha îstînafê re were şandin.