Vejîn Ararat: Em bi vê rûmetê mezin dibin û bi ser dikevin

Vejîn Ararat ji ber şehadeta bira û hevrêyê xwe Egîd Roj sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku ew bi lehengiya egîdan mezin dibin û bi ser dikevin.

Xwişk û hevrêya rojnamevan Egîd Roj, Vejîn Ararat ji çiyayên Kurdistanê nameyek ji malbata xwe û gelê Kurd ê welatparêz re şand.

Nameya Vejîn Ararat bi vî rengî ye:

"Em îro careke dinê şahidiyê ji oxirkirina Egîdekî Welat a ber bi roje vê dimeşe re dikin. Her oxirkirin ji bo me dibe serbilindî, nîşaneya doza me ya mafdar û dibe sond û peymana israra jiyana  azad.

Ji Malbata min a hêja û gelê me yê welatperwer re; di serî de serê dayîk, bav, xwuşk û     birayên min, hemû gelê me û şervanên çapemeniya azad sax be. Şehadata hevrê û birayê min Egîd, bi qasî we her kesê tesîrek mezin li ser min jî kir. Vê şehadetê xemginiyek mezin xist nava dilê me hemûyan. Bi qasî vê xemginiyê hêz û hêrsek mezin jî bi me re ava kir. Rastiya şehadetê ya ku îro xwe di şexsê hevrê û birayê min Egîd de eşkere kiriye, careke din li bîra me hemûyan xist ka divê ji bo çi li dijî neyaran têkoşînê bikin. Di vê wateyê de şehadeta lehengê mezin Egîd ji bo me çavkaniya hêz û berxwedanê ye. Lewma divê tu kes nebêje ku Egîd miriye. Her ku berxwedana we mezin bû, dijwar bû wê Egîd û bîranîna wî jî bi we re, bi me re jiyan bike. Lewma em dibêjin Şehîd Namirin!

DIVÊ EM HEMÛ BI ŞEHADETA EGÎD SERBILIND BIN

Malbata min a hêja; divê em hemû bi şehadeta Egîd serbilind bin. Ji ber ku wî di rêkek pir pîroz û bi rûmet de xwe gihand şehadetê. Wisa bizanin ku Egîd remza kesayetê bi şeref ê Kurd e û heya dawiyê dikarin bi xebat û têkoşîna wî serbilind bin. Her çi qas niha di van kêliyan de em pir xemgîn jî bin, em dizanin ku dema me welatê xwe, Efrîna xwe ji destê neyaran rizgar kir wê demê serfirazî û serbilindî wê şûna xemginiyê dabigre. Ji ber ku xeyala Egîdê me dîtina Efrîna rizgarkirî bû û ez weke xwûşka wî û rêhevala wî ya têkoşîna soz didim heya dawiyê li pey vê xeyala wî bimeşim. Wekî hun dizanin destpêkê ji malbatê Egîd  da ser şopa têkoşîna azadiyê. Wî fikir û ramana Rêber Apo bi me da nasîn. Em bi hêz, coş û eşqa wî ya jiyanê meşiyan. Me şahidî li fedakarî û bar rakirinên wî kir. Li gel piçûkê me yê malê bû di her wext û bar rakirinê de pêşeng û mezinê me jî bû.

WÊ TEQEZ TOLA EGÎDÊ ME YÊ QEHREMAN BÊ HILANÎN

Egîd li Efrîn şervanek azadiyê, li Tişrînê nobedarê welatekî, îro jî li seranserê Kurdistanê lehengek dilsoz e. Ew ezîz û delalê li ber dilê me bû. Îro Egîd careke dinê bar rakir, mezinî raber kir û berê xwe da nava karwanên nemiran. Di şopa Egîd de me hemû şehîdên xwe ji bo xwe kir felsefeya jiyana azad. Me dil û mejiyê xwe da û dema wextê wê hat em amadene ji bo welat canê xwe jî bidin. Lê beriya her tiştî em ê xeyala Egîd û hezaran Egîdên welat pêk bînin. Ne tenê Efrînek azad, Amedek azad, Hewlêrek azad, Mihabadek azad û Kurdistanek azad em ê diyarî şehîdên xwe bikin. Şehadata lehengê me Egîd roniya rêya me hemûyane. Ji ber wê divê hun jî ji vê şehadetê hêz bigrin. Wisa bizanin ku bi hezaran Egîd li pey şopa wî, li Efrîn, Tişrîn û seranserê axa welat şer û têkoşînê dikin. Wê teqez tola Egîdê me yê qehreman hilînin.

Ez û hevrêyên xwe yên têkoşer jî di çapemeniya azad de, bi pênûs û lênûsa xwe li pey şopa Egîd in! Em ê her daîm bibin dengê berxwedan û heqîqetê.

Malbata min a hêja; dibe ku ez niha ne li gel we bim, lê dizanim ku hevrêyên min ên dilsoz li kêleka we ne û wê tu carê we tenê nahêlin. Her yek ji wan ji bo we wekî Egîdekî ne, her yek cengawerek û her yek dilsozên welat in.

EM BI VÊ RÛMETÊ MEZIN DIBIN Û BI SER DIKEVIN

Ez ji çiyayên azad berxwedana we ya bi semyan ku ji Efrînê heya bendava Tişrînê bi şerefmendiyek mezin xwe mezin kiriye silav dikim û li beramberî vê berxwedana rûmetê rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Şehadetên bi bîr û ramana Apoyî pêk hatin, îro welatê me gihandiye rûmetekî bilind û hun ji bo vê rûmetê biparêzin bi fedakariyek mezin şer û têkoşînê dikin. Bêguman rêka azadiya welatê me ji vê fedakarî û têkoşîna we re derbas dibe. Bi dehan Egîdan di vê rêkê de xebat û şer kirin û di dawiyê de xwe bi şehadetê gihandin mertebeya jortirîn a rûmetê. Em bi vê rûmetê mezin dibin, em bi vê rûmetê serkeftinan misoger dikin, em ji gelê xwe hêz digirin. Yên ku ser bikeve dayîkên me yên dilsoz in, gelê me yê berxwedêr e, doza wan a mafdar û ewladên wana yên Egîd in."