Li gelek bajaran li hemberî desterserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyaniyek da û xespa îradeyê protesto kir. Daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hate dayîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Teksta daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Serokê Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yakûp Ataş ve hate xwendin. Ataş li hemberî girtina Serokê Giştî yê BIRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen nerazîbûnên xwe nîşan dan ku Turkmen bi hinceta ‘binpêkirina azadiya karkirinê’’ û ‘’tehrîkkirina sûckirinê’’ hatibû girtin.
Ataş diyar kir ku li welêt di mijara civîn, xwepêşandan û azadiya xweîfadekirinê de pirsgirêkên gelekî mezin rû didin û da zanîn ku ewlehiya hiqûqî ya welatiyan nemaye. Ataş piştre anî ziman ku êzgirtina li îradeyê mecbûriyeteke qanûnî ye û ev yek anîn ziman: ‘’ desthilatdariya ku ev sê serdem in bi tayînkirina qeyûman îradeya gel yanî şaredariyan desteser dike, vê carê jî bi rêya daraz û wezîrtiyê şaredariyan desteser dike. Herî dawiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin ku ev yek li dijî feraseta dewleta hiqûqî ya demokratîk e û binpêkirina qanûna bingehîn e.’’
Ataş piştre ev yek anîn ziman: ‘’Em weke Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê dibêjin ku divê hemû pirsgirêkên civakî bi awayekî aşitiyane werin çareserkirin û bang li desthilatdariyê dikin ku demildest dev ji van sepanên xwe yên antîdemokratîk û derqanûnî berde. Her wiha bang li muxalefetê jî dikin li li hemberî van bêhiqûqiyan bila hesas be û bê deng nemîne. Her dawiyê jî dubare bang li desthilatdariyê dikin ku bila rêzê li îradeya gel bigire û demildest dev ji polîtîkaya xwe ya tayînkirina qeyûman berde.’’
Endamê MYK’ya EMEP’ê Halîl Îmrek jî li hemberî qedexekirina grevên karkeran, zext, binçavkirin û girtina rojnamevan û derdorên muxalîf nerazîbûnên xwe nîşan da û banga têkoşîna rêxistinkirî kir.
RIHA
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li Parka Topçû a li navçeya Halîliyeyê daxuyaniyek da. Li gel pêkhateyên platpormê, nûnerên rêxistina bajêr ên DBP û DEM Partiyê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Rihayê gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Nabe ku îradeya gel were desteserkirin, em rê nadin qeyûman’’ hate vekirin û Berdevkê Serdemî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Kemal Yuksekkaya axivî. Yuksekkaya diyar kir ku gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derdikeve û da zanîn ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Wanê.
Yuksekkaya piştre da zanîn ku daraz weke çekekê tê bikaranîn û desteserkirina şaredariyan weke derbeyê pênase kir. Yuksekkaya dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûman li dijî demokrasiyê ye û ev yek anîn ziman: ‘’Bi van rêbazan tu encam nayên girtin, herwiha dê krîza heyî kûrtir bikin. Gel li hemberî zêxtê bê deng namîne. Em berxwedana gelê Wanê ya birûmet silav dikin.’’
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘’ "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e" bi dawî bû.