Li Amedê 4 kes hatin girtin

Ji 22 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dabû destpêkirin de ji 22 kesên di 14’ê Çileyê de hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan. 9 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji 9 kesên ku îfadeyên wan ji aliyê dozger ve hatin girtin, 5 kes bi daxwaza kontrola edlî û 4 jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.

Dadgehê 5 kesên ku di nav de endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê parêzer Hebûn Hakan Akkaya jî heye bi hinceta biryara kontrola edlî serbest berda. 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê.