KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya li ber Navenda Îstîxbaratê ya Iraqê di roja 3’an de ye
Dayikên Şervanên YBŞ’ê ku di encama kemîna artêşa Iraqê de hatibûn dîlgirtin, bi daxwaza berdana zarokên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya Navenda Îstîxbaratê ya Iraqê di roja 3’an de didomînin. -
Li Wanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Em ê bi rêxistinbûnê xwedî li bangê derkevin
Li Wanê 76’emîn rojbûna Rêber Apo bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku divê bi rêxistinbûnê xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê were derketin. -
Meşa Amarayê: Rêber Apo divê tavilê azad bibe
Bi wesîleya rojbûna 76'an a Rêber Apo bi hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. Her wiha ji Enqereyê jî hate xwestin, ku gaveke şênber biavêje. -
YBŞ: Hewl didin têkoşîna me nerewa nîşan bidin!
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê tometên artêşa Iraqê yên têkildarî teqîna li Şengalê, red kir û got, “Armanc reşkirina rewatiya hêzên me ye.” -
HPG: Rojbûna Rêber Apo pîroz be
HPG'ê got, "Em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku rêya jiyana bi wate û azad nîşanî me da, di serî de li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz û hemû hevrêyên li her qadên têdikoşin pîroz dikin." -
Gerîlayên YRK’ê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê pîroz kirin
Gerîlayên YRK’ê bi merasîmeke leşkerî 76’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo û 21’emîn salvegera damezrandina PJAK’ê pîroz kirin. Di merasîmê de fermandar Çiya Mahabad axivî û ev roj li tevahiya gelan. -
Meclîsa Îştar 4’ê Nîsanê pîroz kir
Li Wargeha Mexmûrê Meclîsa Îşar 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo pîroz kir. -
YJŞ'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
YJŞ'ê rojbûna 76'an a Rêber Apo pîroz kir û got, "Em vê rojê weke roja xwedîderketinê ya dîrokî dinirxînin. Têkoşîna Rêber Apo ji bo jinan, ciwanan û gelê me nîşaneya jinûve vejînê ye." -
Li Şengalê teqîn
Duh derengiya şevê, li sûka kevin a Şengalê teqînek pêk hat. -
'Ji bo azadiya Rêber Apo divê seferberiya demokratîk bê mezinkirin'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bang kir ku seferberiya demokratîk a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bê mezinkirin. -
Meşvanên Amarayê 33 rêwiyên hêviyê bi bîr anîn
Ciwanên ku ji Amedê ber bi Amarayê ve bi rê ketin, 33 rêwiyên hêviyê yên ku di sala 2015’an de di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, bibîr anîn. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê şervanên YBŞ'ê demildest bêne berdan
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê hurmetê nîşanî îradeya civaka Êzidî bide û got, "Divê şervanên YBŞ'ê demildest bêne berdan." -
Dagirkeran êrîş kirin, gerîla bersiv da
Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahî ve 978 caran êrîş kir. Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşan û di encamê de droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin. -
Meşa Amarayê: Mûstafa Dag li ser gora xwe hate bîranîn
Di roja sêyemîn a meşa Amarayê de ku Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê 1'ê Nîsanê ji Amedê destpê kirin, Mûstafa Dag li ser gora xwe hate bîranîn ku sala 2009'an hate qetilkirin. -
Festîvala 4’ê Nîsanê zû destpê kir
Coş û kelecana ji bo festîvala ku wê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo ya 76’emîn bê lidar xistin, zû destpê kir. -
YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna vîna azad e
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê rojbûna 76'an a Rêber Apo li jin û gelan pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê weke hêzên YJA Starê têkoşîna xwe bi her awayî bilind bikin. -
Endamê Meclîsa Ciwanan: Em agirê Newrozê li Amarayê geş bikin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Alîhan Şîmşek ji bo meşa li Amarayê banga tevlîbûnê kir û got, "Em agirê Newrozê li Amarayê geş bikin. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re bînin ziman." -
KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "Ev zayîn ji bo gelê Kurd jinûve vejîn e, ji bo gelên Rojhialta Navîn jî hêviya jiyana demokratîk e." -
'Rabûna Rêbertî şoreşa li dijî qirkirina çandî ye'
Koma Awazê Çiya rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Rabûna Rêbertî li dijî qirkirina çandî tê wateya şoreşê. Ji ber vê yekê divê bi coşa 8'ê Adarê û Newrozê 4'ê Nîsanê bê pîrozkirin." -
KJK: Jin û ciwan bi Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin
KJK'ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Jin, ciwan divê ber bi warê Rêber Apo ve bimeşin û vejînê bi rizgariyê re bikin yek." -
Çevîk ê ku piştî binçavkirinê rakirin lênerîna awarte jiyana xwe ji dest da
Halîl Çevîk ê ku li Wanê ji ber protestoya darbeya qeyûmê hat binçavkirin, piştî 4 rojan hat berdan. Çevîk ê ku dema vegerî mala xwe, xwînariya mejiyê derbas kir, piştî 45 rojan jiyana xwe ji dest da. -
Malbatên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiyê kirin
Malbatên Şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dîlgirtin, ji bo berdana şervanên xwe li ber Navenda Îstixbaratê ya Iraqê ya li navenda Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Meşa Amarayê: Ciwan gihîştin Curnê Reş
Meşa Amarayê ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê destpê kir, gihîşt navçeya Curnê Reş a Rihayê. -
Artêşa Tirk meha Adarê 11585 caran êrîş kir
HPG'ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir. Artêşa Tirk di nava mehekê de ji bejahî û hewayî 11585 caran êrîş bir ser hêzên gerîla yên di rewşa agirbestê de ne. -
KONGRA-GEL: 4'ê Nîsanê roja jinûve bûyîna gelê Kurd e
KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "4'ê Nîsanê rojbûna Kurdên azad, jinên azad û mirovên azad e. Ji bo gelê Kurd ê bi polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî li ber tinebûnê bû, 4'ê Nîsanê roja jinûve jiyana azad e."