BI DÎMEN

'Ji bo azadiya Rêber Apo divê seferberiya demokratîk bê mezinkirin'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bang kir ku seferberiya demokratîk a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bê mezinkirin.

AZADIYA RÊBER APO

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameya taybet a Stêrk TV de bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo têkoşîna gelê Kurd, şert û mercên Îmraliyê û bûyerên di rojevê de ne nirxand. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:

Rêber Apo 4’ê Nîsanê bi keda xwe ya bêhempa kir rojbûna tevahî gelan û kir rojbûna azadiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet ên girtîgeha Îmraliyê de jî bi afirîneriya xwe ya sêyemîn mohra xwe li dîrokê xist. Divê ev rastiya Rêber Apo û di heman demê de ramana wî ya mirov û civaka azad çawa were xwendin?

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de mirovên azad, tevahî jinan, dîsa ciwanan û tevahî mirovahiyê ku di xeta azadiyê de ne û dilê wan ji bo azadiyê lê dide wekî rojbûna xwe dibînin. Ez di serî de vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim, dîsa li hemû berxwedêrên zindanan, li hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê, li dayikan, dayikên şehîdan û aştiyê, tevahî jinên Kurdistanê, li tevahî ciwanan, jinan û gelan pîroz dikim. Her wiha 4’ê Nîsanê ya vê salê rastî Cejna Remezanê ku gelê me yê Rojhilata Navîn û alema Îslamî pîroz dike hat. Ez Cejna Remezanê jî li tevahî gelê me, dîsa li Rêber Apo pîroz dikim. Her wiha 4’ê Nîsanê wekî hemû pêngavên dîrokî û wekî pêngavên ku hatine pêşxistin bi berxwedan û têkoşînê hatiye nexşandin û bi têkoşînê re hatiye vê astê. Di 4’ê Nîsana 2009’an de ji bo rojbûna Rêber Apo li gundê Rêber Apo Amarayê were pîrozkirin, gelê me ji Amedê û tevahî Kurdistanê berê xwe dan Amarayê. Girseyekî zêde berê xwe dabûn wir. Wekî her tim dîsa polîsên dewleta Tirk êrîşî gel kirin. Di encama wê de rêheval Mahsûm, Mustefa şehîd bûn. Ez her du ciwanên welatparêz û berxwedêr bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê di şexsê wan de tevahî Şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê û tevahî gelan bi bîr tînim û li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Helbet ji bo ku mirov wateya rojbûna Rêber Apo baş fêm bike, berî her tiştî divê mirov zanibe çima ev roj ewqas bi girseyî tê pîrozkirin. Heta çend rojan berê wê dest bi çalakiyan tê kirin û piştî wê rojê jî berdewam dike. Ne tenê li Kurdistanê, li tevahî cîhanê û parzemînan, gelê me, dostên gelê me û kesên ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas kirine vê rojê pîroz dikin û wekî rojbûna xwe dibînin. Bêguman ev jî bi heqîqeta Rêber Apo re girêdayî ye. Em ji vê re dibêjn rastiya Rêbertî, heqîqeta Rêbertî. Rêbertî jî vê çêbûnê tenê wekî çêbûnekî biyolojîk nagire dest. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku Rêber Apo di herikandina jiyanê ya 76 salan de ji 6 saliya xwe heta niha di nava têkoşînekî mezin de ye. Nakokiya wî ya yekemin di zarokatiya wî de destpê dike. Nakokiya di navbera jin û mêr de, nakokiya di navbera dê û bav de ku ji malbatê destpê dike û dîsa nakokiya di navbera çandan de ên wekî nakokiya Kurd û Tirk, nakokiya dewlemend û xizan, nakokiya di navbera axa û gundî, nakokiyên civakî û lêgerînên Rêber Apo hin di temekî pir biçûk de çêdibin. Rêber Apo li ser van lêgerînan, keta nava lêgerîna heqîqetê. Lêgerîna heqîqet, azadî, demokrasî, wekhevî, hevaltî, eşq, hezkirin kir û bi vî rengî meşekî bê navber ji zarokatiya xwe ve domand. Ev ked û meşa Rêber Apo ya azadiyê, ev meşa Rêber Apo ya heq, hiqûq, edalet û wekheviyê bi hemû awayî ket hizmeta civak û gelan. Ev yek hişt ku her kes vê rojê wekî roja xwe bibîne. Ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Apo ji xwe re wekî rênîşander dibînin, wekî zanebûnê dibînin. Çareserkirina hemû nakokiyên heyî di nava ramanên Rêber Apo de dibînin û ev jî heqîqetekî ye. Mînak, di dîroka mirovahiyê de ku em bi qasî bi xwe lêdigerin û dixwînin mînaka vê yekê tune ye. Dibe ku mînaka yekemîn e ku bi mîlyonan hezkiriyên wî hene. Bi mîlyonan kes hêvî jê dikin û wekî Rêberê xwe dibînin. Jin ji xwe re wekî hevalekî dibînin, hevalê jin ê zaroktiyê ye. Netewa ku herî zêde û destpêkê keda wê hatiye xwarin, hatiye bindestkirin û mêtîngerî li ser wê hatiye pêşxistin, netewa jin e. Yanî herî zêde jî Rêber Apo di mijara jin de van nakokiyan geriya û îro di mijara jinê de derketina mezin da avakirin. Ji bo vê bi mîlyonan jin li dora vê fikir û ramanê Rêber Apo kom bûne û îro ev rojbûna bi mîlyonan jinan e. Dibêjin, ‘Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiya me ye, hebûna te hebûna me ye.’ Yanî bi Rêber Apo re yekbûnek hatiye çêkirin. Ev jî bi vê heqîqetê re girêdayî ye. Ez dixwazim mînakek ji heqîqeta Rêber Apo bidim; dibe ku rojekî jî ji bo xwe jiyan nekir, ji bo her kesekî jiyan kir. Mînakekî Rêber Apo heye ez ê bibêjim, lê ez di destpêkê de rehmetiya dayika Rêber Apo bi hurmet bibîrtînim ku salvgera wefata wê ye jî. Ez minetdar im, bi navê tevahî jinan minetê xwe diyar dikim ku Rêberekî wekî Rêber Apo diyarî me û tevahî mirovahiyê kir û bû mamosteya yekemîn a Rêber Apo. Rêber Apo dayika xwe ji bo xwe wekî wekî rêbera xwe, mamosta xwe ku wekî zanistekî wî fêrî têkoşînê kir, pênase kir. Mînak, Rêber Apo digot dayika min piştî ku min mektep xwend û bûm memûrekî dewletê, tim ji min hêvî dikir ku ez çar metre kumaş jê re bikirim ku bike kirasek. Lê digot, min ev yek nekir. Digot ne ku min nedikarî ez bikim, lê tîşta layiqî dayikan ne ev bû. Digot, ji bo dayikan cîhanekî azad pêwîst bû, wekhevî pêwîst bû, zanebûn pêwîst bû, derketina ji bindestiya jinan a hezaran salan, pêwîst bû. Digot, min arteşekî jinên azad ava kir, partiya jinên azad ava kir, pergala jinên azad ava kir, tevgerekî jinên azad ava kir ku niha didome. Rêber Apo di her pêvajoyê de pêngavekî pêş xist. Ev pêngav jî hiştin ku Rêber Apo bi hemû awayî bibe malê civakê. Ji bo vê em jî vê rojbûnê wekî biyolojîkî nagirin dest. Ji bo me jî wekî çêbûna fikrekî nû ye. Bi taybetî jî ber ku Rêber Apo Pêngava Aşitî û Civaka Demokratîk avêt, em di vê 4’ê Nîsanê bi vê hişmendiyê pêşwazîkirina 76’emîn rojbûna Rêber Apo dikin. Em êdî dibînin ku îro li her derekî ev roj bi vî rengî tê destgirtin. Wekî rojbûna xwe digirin dest û ev jî kêfxweşiyekî pir mezin e ku rastî jî Rêber Apo bi felsefeya jiyana azad, bi paradîgmaya xwe ya nû û bi hemû keda xwe ya ku ji bo mirovahiyê pêş xist, îro bû malê tevahiya mirovahî, jin û ciwanan. Ez bi vê minasebetê careke din vê rojê li tevahî jin, ciwan û gelê me pîroz dikim. 

Niha pê re girêdayî, wek te zanîn em ber bi 4’ê Nîsanê ve diçin, ji bo vê amadekariyên bi hêz ji aliyê civakê ve tenê kirin. Me Newrozê jî li pey xwe hişt, bi giştî di vê demê de gel bi her awayî hewl dide xwe bi fikra Rêber Apo re bike yek daku vê pêvajoyê derbas bikin. Herî dawî di 31’ê Adarê de malbata Rêber Apo û yên hevalên wî, hevdîtin pêk anîn. Niha mijara mereqa sereke ye ku rewşa Îmraliyê niha çawa ye? Rewşa Rêber Apo niha çawa ye? Ji ber ku hevdîtin jî çênabin, hevdîtinên ku tên kirin jî sînordar dimînin.

Bêguman wekî tê zanîn Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangek kir, bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin çêkir û di hevdîtina sêyemîn de banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir. Piştî vê bangê em hem weke raya giştî û hem jî Tevgera Azadî li bendê ku hevdîtin bi Rêber Apo re her tim dewam bikin û astengî çênebin. Rêber Apo ev banga dîrokî wekî manîfestoya sedsalî ya pêşiya me, hezar salên pêşiya me pênase kir, tevahî Tevgera Azadî û gelê me jî wisa pêşwazî kir û xwedî lê derket. Ji bo vê ev pêvajoya derbasbûyî li ser vê esasî li hemû qadan hate şîrovekirin. Bi mîlyonan kes pêşwazî kir bi taybetî jî di 8’ê Adar û Newrozê de. Cara yekemîn bi vê girseyîbûnê ev qas xwedî derketina li vê bangê çêbû. Û ev bang ji bo xwe wekî ronahiyekî ya pêş dîtin û li ser vê bangê ketin lêgerîn û têkoşîna bê ka civakekî demokratîk çawa were avakirin. Lê me dît ku piştî bangê pêngavên din pêş neketin bi taybetî jî ji aliyê dewletê ve. Tevgera me, hevserokatiya me, Navenda Parastina Gel daxuyaniyên pêwîst dan. Ji heman tiştî gotinê zêdetir, divê mirov bîne hinek tiştan xet bike. Tiştên hatin gotin nirxandinên tevgera me ne. Nêrînên têne zanîn. Ev pêngav ne yek alî ye. Tiştên ku Rêber Apo bike û dewletê bike heye. Rêber Apo tişta ku ket ser milê wî bi cih anî. Daxuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de ji milî wî ve çi bê kirin got û tevgera me bersiv da. Lê ji milî din ve tu pêngav pêş neketin. Berovajî mehek bi ser de derbas bû, hevdîtin nehatin kirin. Careke din tecrîdê domandin. Em çawa dizanin tecrîdê berdewam dikin, mînak nehatina peyama Rêber Apo ya ji bo Newrozê tecrîd e. Divê li girava Îmraliyê weke ku dihate payîn êdî deriyên Îmraliyê vebe, malbat serlêdanê bike, parêzerên Rêber Apo bikaribin herin, rojnamevan bikaribin herin, divê bi vî rengî be her kesê ku bixwaze divê bikaribe here. Ev heq û hiqûqekî Rêber Apo ye. Yanî heq û hiqûqekî ku divê pêk were ye, ev ne minêkarî ye, ev ne wekî pêngavekî ye. Mînak di vê arîfeya cejna Remezanê de hevdîtinekî bi malbatan re hatiye çêkirin, niha bûye nûçe her kesekî li ser vê diaxive. Çima? Ji ber ku bi Rêber Apo re girêdayî ye, Rêber Apo di bin tecrîdekî girankirî de ye. Ji ber ku deriyên Îmraliyê hatine kîlîtkirin. Ev tecrîd e. Rêber Apo 27 sal in li wê derê ye. Sê hevdîtin hatiye kirin, bang hatiye kirin, lê tecrîd nehatiye şikandin. Ji bo vê eger tecrîd hatiba şikandin wê peyama Rêber Apo ya ji bo Newrozê heba. Eger tecrîd hatiba şikandin, ne tenê carekî, heta niha 10 car hevdîtin bi Rêber Apo re hatiban kirin. Rêber Apo peyamek da, lê peyam bi tenê nivîskî hate dayîn. Divê Rêber Apo bikarîba bangê bi dîmen jî bike, bi telefonê biaxive, bikarîba bi kesê ku dixwaze bi wan re niqaş bike hevdîtin bike, bi rojnamevanan re nîqaş bike. Ji ber ku projeya Rêber Apo ye, divê Rêber Apo bibêje. Niha kesekî din dikare di dewsa Rêber Apo de bangê vebêje. Ji ber vê tenê daxuyanî anîn û careke din derî girtin, her wiha car bi car hevdîtinan kirin wekî pêşketin û domandina pêvajoyê nîşandayîn şaş e û nayê qebûlkirin. Kes nikare vê qebûl bike. Ev mafê Rêber Apo bû ku divê bihatiba bikaranîn. Divê bi vî rengî were fêmkirin û rast were pênasekirin. Niha di vê pêvajoyê de malbat çûne Girava Îmraliyê, em jî ji çapemeniyê pêhisiyan. Yanî di wê derê de tîştek din hatiye gotin an ne em nizanin, me tenê bihîstiye ku hevdîtinek hatiye çêkirin. Rêber Apo ji ber xwedîderketina li bangê gel silav kir û Newrozê û Cejna Remezanê pîroz kir. Yanî Rêber Apo xwedîderktina gelê me silav û pîroz kiriye. Wekî ku em dizanin bendewariya Rêber Apo ji civakê, ji gel, ji raya giştî heye ku bi bangê re bibin yek. Ev sekna birûmet ku derketiye holê jî bi hêvî dîtiye û silav kiriye. Ji ber vê bersiva pêngavê li Îmraliyê hatiye avêtin nehatiye dayîn. Jixwe dewletê vê wek pêvajo jî şîrove nake. Di şert û mercên Rêber Apo de hîna guhertin nehatiye çêkirin. Hîna deriya Îmraliyê nehatiye vekirin. Ji ber vê jî em vê hevdîtîna çûyî jî pir asayî, di çarçoveya rewa û mafê hiqûqî ya Rêber Apo de dibînin. Heger dixwazin pêngav pêşbikeve divê ji vir û şûnde tene bi malbat û parêzaran bi sînor nemine. Divê endamên tevgerê, rojnamevan, rewşenbîr û kesên ku dixwazin di vê pêvajoyê de rol bigirin divê bi Rêber Apo re hêvdîtînê çêkin…

Piştî banga Rêber Apo, tevgerê bersiva erênî da bangê. Ji bo pêvajo bimeşe agirbest hate ragihandin. Li gel gavên tevgerê jî zimanê rayedarên dewleta Tirk carna tehdît, carna şêlokirin heye. Ji bo pêvajo bi rê ve neçe weke ku di nava hewldanan de ne. Bi vî rengî xuya dike. Divê ev yek çawa bê nirxandin?

Em hîn jî li ser bangê nîqaş dikin. Eger paşde biçin mêze bikin. Yekemîn di 1'ê Cotmeha 2024'an de Serokê MHP'ê Bahçelî silav da koma DEM Partiyê, hevserokên DEM Partiyê. Bi esasî ji wir destpê kir. Niha jî Nîsan e. Em di destpêka Nîsanê de ne. Ev bû 6 meh, 6 meh in hîn jî raya giştî çi dibe baş ji hev dernaxe. We got, 'şîlo dike'. Esas ji xwe şîlo ye. Çima Şîlo ye? Ji ber ku dewlet bi taybetî jî desthilatdariya niha ya AKP'ê bi qasî ku em jî dişopînin û dixwînin, em li derbasbûnê dinihêrin û ya niha dinihêrin, tê dîtin ku amadekariyeke xwe ya çareseriyê hîn nîne. Hebe jî hîn nedaye pêş. Hîn ew jî di pêvajoyeke çawa de ye? Li gorî tiştên rojane, konjonturel nêzîk dibe. Carna jî piçekî li gorî xwe hinek xeteriyan dibîne, bi gotinan hin tiştan derdixînin holê, lê belê dema nabe jî vê carê gefan dixwin. Divê dev ji van berdin. Bi vî rengî ne pêvajo dimeşe, ne çareserî dibe. Tim tê gotin, pirsgirêkeke weke pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê heye. Ev pirsgirêk 2 sed sal in heye. Sed salên xwe di dema komarê de heye. Tiştek nemaye nehatiye kirin. Pêwîstî pê nîne di her bernameyê de di her demê de bê şîrovekirin. Di hemû cûreyên komkujiyan re hatiye derbaskirin. Qirkirin, tinekirin, înkarkirin lê hatiye kirin. Tiştê ku niha tê gotin, civakeke demokratîk ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Tiştên ji bo Tirkekî lazim be, ji bo Kurdekî jî lazim e. Bi xwe jî dibêjin her tişt ji bo Tirkiyeyeke demokratîk. Lê belê bi gotinê nabe. Divê ji gotinê derkeve, bibe kiryar. Divê kiryarê wê hebe, îcra nîne, pratîk nîne. Tenê wextstendin, tenê bi gotinê, bêguman gotinên Bahçelî li gorî berê guhertineke heye, erênî ye, lê belê çawa erênî ye? Ku encam bê wergirtin hingî erênî ye. Çi tê bîra mirovan? Di siyaseta Tirkiyeyê de jê re dibêjin siyaseta şekir û qemçî. Yek bi zimanekî şîrîn diaxive, yek jî bi qemçiyan lê dixe. Mînak, carna Erdogan dibêje 'wextê me nemaye, çi pêwîste me kiriye, divê bên ew bibin'. Yê ku herî zêde girîngiyê dide wext, gelê Kurd e, tevgera me ye, Rêber Apo ye. Rêber Apo di bin tecrîdê de ye, di zindanê de ye. 27 sal in di zindanê de ye. Bi hemû awayî ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêk hene. Ji aliyê ewlekariyê ve pirsgirêk hene. Divê şert û mercên Rêber Apo bêne sererastkirin. Lê ji aliyekî ve radibin dibêjin, 'Divê çek bê berdan, kongre bê komkirin'. Destpêkê divê tu ya xwe bike, tu yê xwe bibêje. Mesela Bahçelî roportajeke direj da, lê her tiştî ji bo tevgera azadiyê dibêje. Dibêje divê filan tiştî bikin. Lê hûn ê çi bikin? Temam vê carê dibêje, hinekî ji aliyê hiqûqî ve divê guhertin bêne kirin. Lê belê kengî? Nexşerêya wî kengî ye? Kîjan roj, kîjan komîsyon? Kengî wê bê çêkirin? Divê ev yek bê diyarkirin. Piştî bi rojekê vê carê Wezîrê Parastinê dibêje werin teslîm bibin. Tam nêzîkatiyeke bi vî rengî ye. Yek dibêje 'wextê me nemaye', yek dibêje 'divê em bi sebir li ser vê pêvajoyê bisekine û îqna bikin', yek jî dibêje divê werin teslîm bibin. Berê hatiye gotin, ji Navenda Parastina gel heval axivîn, Fermandarê Navenda Parastina Gel got, ti fedaiyên Apoyî yên biçin teslîm bibin tine ne. Çil salên din jî bisekinin, yekî ku biçe teslîm bibe nîne. Ev hêzeke fedaî ye, hêza azadiya Rêber Apo ye, tevgera azadiya Rêber Apo ye, tevgera çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk divê bê çareserkirin. Bêguman bi rê û rêbazên demokratîk, Rêber Apo di vê mijarê de tiştên dikeve ser milê wî dike û ji bo kirinê jî amade ye. Bi xwe gotiye, 'Ez berpirsyariya wê digirim ser xwe'. 27'ê Sibatê dema bang kir, bang li tevgerê kir û got 'Ez vê berpirsyariya dîrokî digirim ser milê xwe'. Divê pêşî lê bê vekirin. Ji ber vê gotinên ku dikin bandora xwe namîne, cidiyeta xwe namîne. Bi gotin nikarin berpirsyarî û karê xwe veşêrin. Bi gotinan wextderbaskirin, bi gotinan çareserî çênabe. Bi berpirsyarî çêdibe, bi pêngavan çêdibe, bi wêrektî çêdibe, li xwe zîvirandin çêdibe, bi lêborînxwestinê çêdibe. Divê beriya her tiştî fêrî vî zimanî bibin. Ne zimanê gefxwarinê. Wê tevgera azadiyê, Rêber Apo çawa hezm bikin, beşdarî pêvajoyê bikin, divê li ser van kûr bibin û bikevin nava liv û tevgerê. Gelê Kurd helwesta xwe pir zelal, bi taybetî jî di 8'ê Adarê de û di Newrozê de nîşan da. Bi milyonan mirovî erê kir, weke referandûmekê erê kir. Ji Arjantînê heta Asyayê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê erê kir. Gelê Rojhilatê Kurdistanê du car in bi vê girseyê rabûye ser piyan. Yek, dema sala 1999'an de Rêber Apo hate girtin, bi îradeya xwe, bi înîsiyatîfa xwe, bi zanebûna xwe bi êşa ku jiyan dike, di dilê xwe de jiyan kir, gelê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî hêzên komploger rabû ser piyan. Bi dehan şehîd da. Her Newroz li Rojhilatê Kurdistanê pir hêja derbas dibe, lê belê banga Rêber Apo bandora herî erênî li ser Rojhilatê Kurdistanê kir. Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi gelên Îranê re daxwaza civakeke demokratîk xwest û bi vê bangê re nîşan da. Pir girîng bû. Heman tişt ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê, heman tişt li Bakurê Kurdistanê pêk hat. Ji navçeyan heta bi Stenbolê, Amedê, Wanê her der. Ji Mexmûrê heta Şengalê. Weke referandûmekê bû. Divê dewlet vê bibîne. Divê desthilatdar vê bibîne. Bi milyonan mirov li pişta vê bangê ne. Ji vê divê netirse. Eger dixwaze çareseriyê bike, divê ji raperînê, ji vê hêza Kurd, rabûna Kurd netirse. Sekna mirovê azad û demokratîk e, sekna mirovê zanist e. Divê ji vê pêşengiya jinê netirse. Herî zêde yê ku di vê pêvajoyê de ruh da, reng da, deng da, xeta azadiyê de bû pêşeng jin bû, ciwan bû. Ev hemû pê re ne, hîn çi dixwazin? Rêber Apo garantiya vê ye. Eger ku pêşî li Rêber Apo venekin, eger şert û mercan neguherin û Rêber Apo bi xwe azad nikaribe tevbigere, nikaribe azad kar bike, têkoşîna xwe bide meşandin, nikaribe vê civaka azad bi xwe perspektîf bike, wê çawa pêvajo bimeşe? Tiştên hatin gotin, dibe ku hinekî dubare dibin lê belê ev rastiyeke. Dixwazim careke din vê yekê destnîşan bikim.

Dewleta Tirk di demeke bi vî rengî de êrîşên xwe yên li ser çiyayên azad bi rengekî giran dewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rewş bi heman rengî ye. Herî dawî Rêber Apo di 18'ê Adarê de bangek ji bo civaka Êzidî kir. Di heman rojê de êrîş li ser Şengalê jî çêbû. Êrîşên di vê demê de divê çawa bê xwendin, çawa bê nirxandin. Mirov dikare bibêje ku êrîşek li dijî pêvajoyê ye?

Mirov dikare bibêje. Ez ji wir destpê bikim. Dema Rêber Apo bang kir, dibe ku di nava bangê de nebû lê belê bi heyeta çûbû derkete gelek bernameyan. Di çapemeniyê de axivîn. Bal kişandin ser provokasyonan. Heman demê Bahçelî û Erdogan jî bal kişandin ser. Lê balkişandina Rêber Apo cuda ye, yên van cuda ye. Rêber Apo bi hemû hêza xwe, bi tecrûbeya xwe ya salên dirêj û pêşdîtinên xwe vê yekê dike. Rêber Apo xwedî pêşdîtinên bi dehan salan e, ku divê her kes bi van pêşdîtinan bawer bin. Rêber Apo hîn di salên dirêj ên beriya niha de got, 'Mekanîka darbeyê di dewreyê de ye'. Ew mekanîkek heye ku tim darbeyê diafirîne, çêdike û darbeyê dike. Salên derbasbûyî piştî ku darbe çêbû, rabûn hinekan gotin li Tirkiyeyê darbe çêdibin. Rêber Apo berî hingî dibîne. Niha êrîşên ku we got, êrîşên hem li ser civakê, hem li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser Şengalê, li ser Rojava tiştek ji wan kêm nebûye. Her roj HPG, YJA Star bîlançoya êrîşên dewleta Tirk dide. Dewleteke, Wezîrê wê yê Parastinê, dewleteke ji agirbesta me aciz bû. Gelo tiştekî bi vî rengî li cîhanê heye? Dibêje we çima agirbest îlan kir. Dibêje, 'Rêberê wan got, bila çekan berde, wan agirbest îlan kir'. Agirbest hate îlankirin, ji bo tu provokasyonan neke. Bi esasî ji wê aciz bûn. Ji bo provokasyonan bikin û gerîla jî bersivê bide, vê biavêjin ser gerîla. Lê belê gerîla bi pêşdîtinekê ji bo provokasyona çênebe, ji aliyê dewletê ve çênebe, gerîla nekeve nava provokasyonê, agirbestek hate çêkirin. Gerîla heta niha jî pê ve girêdayî ye. Li gel ewqas êrîş çêdibin, rojane bîlanço tê dayin, hezar û du sed, hezar û sê sed, di ser hezarî re ye. Hem bejahî hem hewayî bi her awayî êrîşan dike. Weke ku we jî diyar kir, hîn berxwedan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bendava Tişrînê dewam dike. Di vê pêvajoyê de li gundê Berxbotanê komkujî kirin, dinyayê hemû dît di pêvajoyeke çawa re derbas bû. Weke ku ew dikin, eger nêzîkatî ji aliyê me ve jî bi heman rengî bihata kirin, ev pêvajo wê heta niha têk çûbûya. Ev hewldan ne hewldanên avaker in, ne hewldanên çêker in, ne hewldanên xwînsar in, ne hewldanên ji bo pêşxistinê ne. Berevajî vê yekê ye. Bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji nêzîkatiyên dewleta Tirk ne cudatir in. Binihêrin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke pir cidî bi pêş ket. Di 10'ê Adarê de hevpeymanek di navbera fermandarê QSD'ê û Colanî de çêbû. Xwe weke Serokkomarê Şamê diyar kiriye, ku kopya dewleta Tirk a Erdogan e. Beriya vê bi du rojan vê carê hikumetek îlan kir. Hem Serokwezîr e hem Serokkomar e. Teqlîtê Tirkiyeyê ye. Çûn, dixwazin heman kirasî li wan jî bikin. Lewma li pêşiya çareseriyeke li wê derê asteng in. Divê beriya her tiştî ev yek ji holê bê rakirin. Pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka Sûriyeyê ye. Ew û Sûriye wê bi hev re çareser bikin. Divê têkildarî wir nebin. Xwe weke xwediyê wê derê dibînin. Êrişên ku dike jî bi wê têgihiştinê dikin ku dixwaze bibêjin, 'Ya hûn ê bên ser xeta min, ya jî ez ê êrîşên xwe dewam bikim.' Rêveberiya Xweser daxuyaniyên pêwîst dide, QSD daxuyaniyê dide. Ew îradeya wan e. Ew çawa ji bo xwe guncaw dibînin, li gorî wê tevdigerin. Lê belê dewleta Tirk divê dest ji van kiryarên xwe berde, ku naxwaze Kurd li deverekê bibe xwedî îrade. Ev dijminatiya li Kurdan bi dawî nabe. Weke ku ji xwe re kirine armanceke bingehîn ku Kurd qet nebe xwedî mafê xwe. Em vê nêzîkbûnê red dikin. Kes vê napejirîne. Di heman demê de êrîş birin ser Şengalê. Bi vê wesîleyê berxwedana gelê me, peyama Rêber Apo ku ji bo tevahiya civaka me ya Êzidî şandiye, ne tenê ji bo Şengalê ji bo tevahiya me Êzidiyan şandiye, ez jî wê peyamê silav dikim. Tiştên Rêber Apo gotiye, em ji bo xwe esas digirin, ku em karibin li gorî wê tevbigerin, di xizmeta civaka xwe de bin. Bi taybetî weke bersiva li fermana 73'an, her wiha weke ronesasekê Rêber Apo pênase kir. Civaka demokratîk herî zêde civaka Êzidî xwe tê de pênase kiriye. Xwedî li mafê xwe derkeve, bibe ya xwe. Ji ber ku civakeke ji desthilatdariyê timî reviya ye. Desthilatdaran tim ew pelçiqandine, talan kiriye, di fermanan re derbas kiriye. Di nava civakeke demokratîk de bêguman herî zêde wê civaka Êzidî tê de azad bijî. Di vî warî de nameyek pê re şand. Rêber Apo ev sekna civaka Êzidî ya ku 11 salên xwe li hemberî wê hişmendiya çeteyên DAÎŞ'ê ku xwest li ser hakim bike, hîna jî aqûbeta gelek jin û zarokan ne diyar e, hîn jî êsîr û dîlgirtî ye, li gel vê yekê ev vîna mezin nîşan dan, ev sekna mezin nîşan dan, ev jî bi saya fikir û ramanê Rêber Apo bû. Bi saya şervanên azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo bû. Di demeke bi vî rengî de careke din li çiyayê Şengalê kemîn danîn, şervanên YBŞ'ê xistin kemînê û bi birîndarî girtin. Ev yek tenê xizmetê ji dijberên aştiyê re dike. Tenê xizmetê ji kesên provokasyonan re dike. Ti berjewendiyeke Iraqê jî tê de nîne. Çi berjewendiyên Iraqê heye, êrîşî ser hêzên Êzidxanê bike. Wê çi bi dest bixîne? Beriya vê di sala 2022'an de dîsa dor li çiyayê Şengalê girt. Li dugirê operasyonên xwe destpê kirin, xwest li wê derê bi şervanan re şer bike. Tişta divê bê kirin çi ye? Divê dewleta Iraqê bi taybetî hikumeta wê ya niha divê derhal wan şervanan berde. Û ji vî gelê Êzidî lêborîna xwe bixwaze. Gelê Êzidî dixwaze çawa bijî divê mafê wê nas bike. Li ser wê xakê dixwaze weke xwe, bi baweriya xwe bijî. Zerara wî ji kesî re nîne. Lê belê em baş zanin ku bi ya wan hêzan dike ku naxwaze çareserî pêk were. Civaka Êzidî her tim dibêje, ez jî careke din bibêjim, yê ku şeref û heysiyeta Iraqê parast hêzên YBŞ'ê ye. Çawa çêbû, niha tê di nava Şengalê de kemînan diavêje, birîndar dike û dîl digire? Mirov ewqasî dijberî nirxan nake. Ji ber vê sekna gelê me pîroz e. Li şervanên xwe xwedî derdikeve, divê lê xwedî derkeve û ez bi vê munasebetê dibêjim, ew nameya Rêber Apo ya ji bo civaka me jî tenê nameyek nîne. Tenê peyamek nîne. Bi rastî jî bernameya xwe li ser çêkirin e, rêxistinkirin û xwedîderketina li hêza parastinê ye. Xwebûna xwe ye. Avakirina xwebûna xwe ye. Herî zêde jî Rêber Apo bal kişandiye ser pêşengiya jinê. Bal kişandiye ser pêşengiya ciwanan. Di vê pêvajoyê de herî zêde divê civaka me ya Êzidî, li ku derê dibe bila bibe li gorî vê pêvajoyê divê dereng nemîne û pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bike, xwe li gorî vê çêbike. Ez vê yekê gelekî hêja dibînim. Em di meha Nîsanê de ne, gelê me ber bi Çarşema Nîsanê ve jî diçe. Meheke hêja ye, rojbûna Rêber Apo ye, Çarşema Serê Nîsanê ye. Bi taybetî bihar e, mizgîniya wê ye. Gelê me jî xwe jê re amade dike. Ji niha ve vê li gelê me pîroz dikim. Lê belê divê ev têkoşîn hîn bi xurtî, hîn bi girseyî dewam bike.

Li gel êrîşan hewleke mezin a Kurd û dostên wê heye, ji bo civaka azad û demokratîk mayinde bike. Ji bo vê kedeke mezin tê dayin. Mînak, herî dawî li Ewropayê xebatên girîng hatin meşandin. Yek ji bo bihêzkirina banga Rêber Apo, ya din jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye ku mijara sereke ye. Ji bo ev yek bigihêje armanca xwe, divê her kes çawa bi erka xwe rabe?

Beriya niha bi demeke kurt li Parlamenta Ewropayê konferanseke Kurd hate lidarxistin. Gelek kesayet; kesayetên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, zanyar, nivîskar, akademîsyen, hunermend, dîroknas, Kurd, ji nava tevahiya cîhanê kesayet tevlî bûn. Hem amadekarên konferansê hem jî beşdaran hemûyan silav dikim û wan pîroz dikim. Bi rastî jî xebateke gelekî girîng bû. Piştî wan Newrozên bi heybet, 8'ê Adarê ya bi rengê azadiyê ku hemû qad dagirtin, pêkhatina vê yekê gelekî girîng e. Ji ber vê, di vê konferansê de jî hate xuyakirin hem gelê Kurd hem jî dostên gelê Kurd di wê zemînê de sê xebatên girîng kirin. Yek; ew sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê li hemberî gelê Rojava, qirkirina ku hate kirin li Dadgehekê hate darizandin. Wê dadgehê dewleta Tirk û hevalbendên wê sûcdar dîtin. Ji ber ku li welatekî din van komkujiyan pêk tîne. Yek jî konferans bû, li ser banga Rêber Apo. Divê bersiveke çawa ji vê bangê re bê dayin, hinek biryar wergirtin. Û derhal bang kirin ku divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Ji bo karibe rola xwe bilîze û civaka demokratîk jê re pêşengiyê bike divê azad bibe. Ev biryar rast e, di cihê xwe de ye. Piştî konferansê 200 kesayetan ku di nav de xelatgirên Nobelê jî hebûn dîsa bang kirin û pêngaveke dan destpêkirin, ji bo îmzeyan kom bikin û vê pêvajoyê bi rengekî rêk û pêk li hemû parzemînan bimeşînin. Ev jî karekî gelekî girîng û pîroz e. Yên ku pêşengî jê re kirin, ez hemûyan silav dikim, jineke profesor daxuyanî da, pêşengî jê re kir. Ez bi navê gerîlayên azadiyê, bi navê tevgera me ya jinan wê silav dikim. Karekî gelekî hêja dimeşînin. Em jî gelekî qîmetê didin vî karî. Ev girîng e. Di pêvajoya pêşiya me de pêngava azadiya Rêber Apo dewam dike. Ji sala 2023'an û vir ve pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' bê navber dewam kir û di encama vê têkoşîna mezin de ev pêvajo pêk hat. Di encama vê têkoşîna mezin a gelê me û dostên me de, ya enternasyonalan de û her kesên van salên derbasbûyî ked dan; ji gerîlayên azadiyê heta berxwedêrên zindanan li hemû deveran ev têkoşîn mezin bû. Li ser vî esasî ev bi pêş ket. Lewma divê em niha jî bi vê bawer bin. Divê baweriya me bi karê me hebe. Em di ferqa rol û mîsyona xwe de bin. Divê kesek nekeve dudiliyê yan jî xwe xapandinê. Yanî 'Êdî pêvajoyeke nû li Îmraliyê destpê kiriye, Rêber Apo bang kiriye, êdî Heyeta Îmraliyê bi hinek partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re hevdîtin kir, cejnê jî pîroz dikin, cara yekê cejna hev pîroz kirin'. Ev tiştên pir mirovî ne. Niha du partiyên siyasî li parlamentê li kêleka hev rûniştine cejna hev pîroz bike, ma ne xwezayî ye? Tiştên divê pêk were ev e. Li welatekî welê, Kurd li derveyî her tiştî hatine hiştin, cejnê wan ji wan re ne cejn e, ji ber ku her tişt li wan hatiye qedexekirin, dema ku yekî silav da wan, ew dibe nûçe. Halbûkî tiştên esasî divê normal bêne kirin. Divê were zanîn, pêngava Rêber Apo wê bi têkoşînê misoger bibe. Daxuyanî û peyama ji Newrozê derketiye jî vê dide pêşiya me. Peyama ji 8'ê Adarê derketiye jî vê dide pêşiya me. Peyama ji bo yekîtiya Kurdan jî bi heman rengî ye. Cara yekemîn di Newroza Amedê de partiyên siyasî hemû amade bin. Lê belê ev nêzîkatî divê tenê li wir nemîne, divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Bingeheke xurt a yekîtiya neteweyî bi pêş ketiye. Bingeheke xurt a ku dost karibin li ser bixebitin bi pêş ketiye. Bi milyonan mirov li pişta wan e. Bi milyonan mirov beşdarî vê pêvajoyê bûye. Ji bo vê pêvajoyê bi dehan milyon mirov beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Ji ber vê divê hîn zêdetir xebatên bi vî rengî bi pêş bikevin. Hemû cûreyên xebatan li ser fikir û ramanên Reber Apo heta asta jor divê pêşengî jê re bê kirin. Li her cihî li ser vê mijarê vegotin bêne kirin, konferans bêne lidarxistin, perwerde bêne pêkanîn. Divê fikir û ramanên Rêber Apo bi vî rengî bê belavkirin. Bi taybetî jî dostên gelê me, xelatgirên Nobelê divê xwe bixin dewrê. Em bang li wan dikin; çawa ku yekîtiya xwe çêkirin û îmze dan û banga azadiya Rêber Apo kirin û tevlî konferansê bûn, divê biçin bi Rêber Apo re hevdîtinê çêbikin. Divê biçin. Divê bixwazin biçin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Mînak jin dikarin bixwazin biçin bi Rêber Apo re li ser mijara jinê nîqaşê bikin. Divê biçin, dikarin vê bikin. Wekî din li cihê ku lê ne, li nava civaka xwe dikarin vî karî bikin. Êdî dem dema wê ye. Rêber Apo pêşî li her kesî vekiriye, 52 sal in li ser vê xetê têkoşînê dike. Herî dawî di 27'ê Sibatê de daxuyanî da, lê li gel vê yekê jî di bin tecrîdekê de ye. Ji ber vê yekê xwedîderketin li pêvajoyê erkê her kesî ye, her kesên xwe demokrat dibînin, pîvana demokratbûnê xwedîderketina li azadiya Rêber Apo, xwedîderketina li pêvajoyê ye. Pîvana welatparêziyê karkirina ji bo azadiya Rêber Apo ye. Pîvana yekîtiya Kurd xwedîderketina li azadiya Rêber Apo ye. Eger daxwaza yekîtiyê tê kirin, divê destpêkê ji bo azadiya Rêber Apo gav bêne avêtin. Ji ber ku Rêber Apo pêşî li vê vedike. Eger ciwan dixwazin di têkoşîna xwe de mafê ciwanan bi dest bixînin û bi ciwantî karê xwe bikin, divê ji bo vê têbikoşin. Bi taybetî jî jin, ku ruhê vê pêvajoyê ye, weke dengê vê pêvajoyê, weke her demê pêşengê vê pêvajoyê ye bêguman ev mijar dibe mijara pêşengtiya jinê ku herî zêde beşdar bibe. Mînak, di fikir û ramanê Rêber Apo de ya ku herî zêde balê dikişîne mijara azadiya jinê ye, xeta jineolojiyê ye. Mînak di hin bernameyan de jin dibêjin dixwazin Rêber Apo bibînin û pirsa 'Jineolojiyê' lê bike, ku Rêber Apo di vê mijarê de hin tiştan ji wan re bibêje. Ji ber vê yekê pêwîstiya mirovatiyê bi Rêber Apo heye. Rêber Apo bi navê tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide, vê pêvajoyê dimeşîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê em hîn zêdetir vê pêvajoyê bi rengekî ji xwe bawer, girseyî, bi bîr û baweriya ku her tişt wê bi têkoşîna me bi encam bibe tevlî bibin. Carna pirsa 'Baweriya we bi dewleta Tirk heye?' tê kirin. Mijar bawerî nîne. Her kes divê erka xwe pêk bîne. Tiştên ku dewleta Tirk pêk bîne hene. Ew mijar çi ne? Yek, mafê gelê Kurd e. Bi esasî ji bo vê jî divê azadiya Rêber Apo misoger bibe. Ji ber vê hin tişt zelal in. Ti astengî êdî li pêşiya pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nemaye. Tenê astengiyek heye, ew jî gavneavêtin e. Mînak, mafê hêviyê. Di vê mijarê de Konseya Ewropayê heta meha Îlonê dem dayye dewleta Tirk. Ji niha ve divê li ser vê bê rawestandin. Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewroapyê divê bikeve dewrê. Ji sala 2014'an ve ev biryar hatiye wergirtin, ketiye sala 11'an hîn jî erka xwe pêk neanîn. Mafê hêviyê mafê hiqûqî ye, divê bê pêkanîn. Wezîrekî Dadê yê Tirkiyeyê radibe dibêje di mewzûatê me de filan tişt nîne. Gelo çi heye? Dema dixwaze, di mewzûatê wî de heye. Kujerên çend kesan berdide. Doh hinek kes efû kirin. Yên Hîzbûllahê efû kirin. Çiqas mirovên Kurd avêtine nava bîrên kezapê, qir kirine, kuştine. Lê belê dema tê mafê demokratîk, mafê gelê Kurd, mafê kolektîf û xeta azadiyê, wê demê nêzîkatiyeke cuda nîşan didin. Her kesî ev dît. Gelê me jî dît, tevahiya dostên gelê me jî dîtin. Kî azadiyê, demokrasiyê dixwaze, aştiyê dixwaze, ev bi dehan caran hatiye ispatkirin. Weke encam bibêjim, divê dostên gelê me jî li ser vê pêvajoyê hîn zêdetir daxwaza dîtina Rêber Apo bikin û hîn zêdetir zextê li ser dewleta Tirk bikin, welatê xwe bixin nava tevgerê. Ji ber ku azadiya Rêber Apo aştiya herêmê ye, aştiya tevahiya herêmê û cîhanê ye. Divê ev yek bê kirin. Ez careke din vê têkoşîna gelê me û dostên gelê me hêja dibînim. Em dibêjin, em qîmeteke mezin didin vê keda wan. Ez careke din hurmet û silavên xwe pêşkêş dikim. 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Bi vê wesîleyê divê her kes devera ku lê ye ji bo 4'ê Nîsanê bi şitlê daran bixemilînin. Bi kulîlkan bixemilînin. Cîhaneke keskahî, ekolojîk, hîn bêhtir zindîbûnê çêbikin. Her darek mirovek e, her darek berhemek e. Pîrozbahî têne lidarxistin, gelê me pêk tîne. Zarok jî çêdikin, pasta jî çêdikin. Tercîha wan e, em tiştekî jê re nabêjin. Lê belê Rêber Apo li şûna vê got, divê bêhtir daran biçînin, her kes derdora xwe xweşik bike, paqij bike, çêbike. Ji xwe destpê bike. Milê wê yê etîk û estetîk hîn bêhtir bi pêş bixîne. Careke din rojbûna Rêber Apo li Rêber Apo tevahiya jinan, ciwanan û gelan pîroz dikim. Ji her kesî re serketinê dixwazim.