KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê Meclîsa Kirmanckî hat avakirin
MED-DER’ê Meclîsa Kirmanckî îlan kir û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê banga dîrokî kir û daxwaza xwe rêxistinkirinê kir. Em vê yekê baş dibînin û em dest bi gava rêxistinkirinê dikin. Meclîsa Kirmanckî îlan dikin.” -
PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Hate ragihandin ku encamên Kongreya 12'emîn, biryarên hatin wergirtin wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin. -
Pênc şoreşger di salvegera 15'emîn a darvekirinê de têne bîranîn
Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Alî Heydaryan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamyan ku 9'ê Gualna 2010'an ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, di salvgera darvekirinê de têne bîranîn. -
HPG’ê şehîdên Garê bi bîr anî
HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got, “Weke parêzvanên xurt ên pîvanên Partiyê, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.” -
Şarbajêr kolberek hat qetilkirin
Pasvanên Sînor yên Iraqê li navçeya Şarbajêr ya Silêmaniyeyê zarokê bi navê Arêz Awat ku kolbertiyê dikir qetil kir û bavê wî Awat Îsmaîl birîndar kirin. -
Parêzvanên Sînor ên Iraqê li Silêmaniyeyê ciwanek qetil kirin
Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê di encama gulereşandina parêzvanên sînor de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, bavê wî birîndar bû. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker 774 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, çepên giran, top û obusan 774 caran bombe li qadên gerîla barand. -
Dîmenê çalakiyeke gerîlaya ya destwerdana li êrişên dagirkeriyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Qada Berxwedanê ya Sergelê weşand, ku li hemberî dagirkerên di pozîsyona êrîşê de bûn bi droneyeke kamîkaze hate kirin. -
'Divê Birêz Ocalan karibe bi rengekî azad bixebite'
Ji Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku 'Mafê Hêviyê' nabe bibe mijara bazariyê û got, "Ji bo Birêz Ocalan karibe pêvajoyê bi çêkerî bi rê ve bibe, divê karibe bi rengekî azad bixebite." -
HPG'ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî
HPG'ê gerîla Arîn Marînos (Esma Tekîn) bi bîr anî ku Tebaxa 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, "Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya wêrek û serketî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt." -
Li Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê li du meleyan hate birîn
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê li du meleyên Kurd hatiye birîn, li Bokanê jî 2 Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine revandin. -
Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pêrtag a Dersimê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. -
Şehîdê aştî û demokrasiyê Onder li Şengalê hate bîranîn
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate bîranîn. -
Dîmenê du çalakiyên gerîla yên li Zapê
Gerîla TV dîmenê du çalakiyên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê weşand ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. -
Hisên Sedo: Divê civaka me kartên hilbijartinê derxin
Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Hisên Sedo da zanîn ku welatiyên Şengalê dikarin heta 23’yê Gulanê li 12 navendan kartên hilbijartinê derxin û got: “Divê civaka me demildest kartên xwe yên hilbijartinê derxînin.” -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û di van êrîşan de çekên qedexekirî jî têne bikaranîn. -
Navê Sirri Sureyya Onder li Xana Axparê li kolanekê hate kirin
Navê Sirri Sureyya Onder li navçeya Xana Axpar a Amedê li kolanekê hate kirin. -
HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn û got, "Em li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin ku tevlî karwanê nemiran bûn." -
Li Amedê pankarta Onder: Oxir be ji peyamnerê Roja me re
DEM Genç Amedê ji bo Sirri Sureyya Onder li ser pirê pankarta bi nivîsa "Oxir be ji peyamnerê Roja me û qasidê aştiyê re" daliqand. -
Li Dersimê qurbaniyên qirkirinê hatin bîranîn
Di salvegera 88'an a Terteleya Dersimê de qurbaniyên komkujiyên navbera salên 1937-38'an hatin bîranîn. Li Navenda Dersimê meşeke bi bêdengî hate lidarxistin. -
Li Şengalê semînera 'Diyalogên jiyana azad'
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de li navenda Şengalê bi sernavê 'Diyalogên jiyana azad' semînerek lidar xist. -
Ji HPG'ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 9790 carî ji hewayî û bejahî ve êrîş kir. Hate ragihandin ku di êrîşên dagirkeriyê de 4 gerîla şehîd bûn. -
Ji KCK'ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan bigihîne hev û destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê wê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî be. -
‘Li girtîgehan hê jî rojnamevan hene’
Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan bi wesîleyê 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de daxuyanî da û ragihand ku li Herêma Kurdistanê di girtîgehan de rojnamevan hene. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn
Li Amed, Êlih û Colemêrgê bi pêşengiya ÎHD’ê û Xizmên Windayan çalakiyên ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ hatin lidarxistin.