Li Rihayê 2 ciwanên DEM Partiyê hatin girtin

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu û Omer Kistak ên 4 roj berê li Rihayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de 2 ciwanên ku roja Pêncşemê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Ciwanên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu  ji ber li edliyeyê dirûşma "Serketin wê ya gelê Kurd a berxwedêr be” berz kir, ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.

Ciwan demek dirêj bi awayekî derqanûnî li korîdora edliyeyê ji pişt ve kelemçekirî hatin ragirtin. Piştî îtîrazê parêzeran kelemçe hatin derxistin.

Ji ciwanên binçavkirî Zozan Polat û Mahmut Çoban ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û Muhsin Aydogdu û Omer Kistak jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Ji ciwanên li dozgeriyê îfadeya xwe ya polîsan dubare kirin Polat û Çoban bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Aydogdu û Kistak bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û birin Girtîgeha Hîlvanê.

‘DEV JI TENGEZARKIRINA CIVAKÊ BERDIN’

Biryara girtinê ji aliyê kesên li ber edliyeyê kom bûbûn ve bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana zindanan” hat protestokirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî li ber avahiya edliyeyê axivî û got, “Biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye. Hikûmet bi rêya darazê bêhiqûqiyê didomîne. Ev biryarên derqanûnî tu fêdeyê nade tu kesî. Em bang dikin ku demildest dawî li van kiryarên derqanûnî bînin. Divê tu kes hêviyê ji van kiryarên derqanûnî neke. Dev ji tengezarkirina civakê berdin. Gel di hilbijartina dawî de derseke baş da we. Em ê ala ku hevalên me Muhsîn û Omer ji me re hiştine bilind bikin."