JIN
Hemû Nûçe
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê
Platforma Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Bi Jiyan, Jiyan, Azadî xwe biparêzin" pêk bînin. -
Jinên Ereb tevlî kampanyaya TAJÊ bûn
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma ‘Li dijî şîdeta li ser Jin, Jin Jiyan Azadî’ da destpêkirin. Jinên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlî vê kampanyayê. -
Jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de wê li dijî tecrîdê biherikin qadan
Li Wanê TJA’yê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Jinan diyar kirin ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tecrîdê, tundiyê û desteserkirina îradeyê biherikin qadan. -
Girtiyên jin ên Girtîgeha Evîn banga çalakiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tahranê ji bo betalkirina biryara cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye birîn, banga çalakiyê kirin. -
Halîde Turkoglû: Polîtîkayên qeyûm kuştinên jinan zêde dike
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me yên ku ji bo jiholêrakirina newekheviyê polîtîka diafirîne, kuştina jinan zêde dikin û got: "Desthilatdarî rasterast berpirsê qirkirina jinan e.” -
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê eşkere kir
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê weşand û ragihand ku 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin. Her wiha hate diyarkirin ku 22 jin û 4 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Akademiya Jineolojiyê li Swîsreyê dest bi 25'ê Mijdarê kir
Akademiya Jineolojiyê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê li bajarê Lozanê civiya. -
Jin li dijî desteserkirina vînê meşiyan
Jin Bi Hev Re Bihêz in li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê meşiyan û gotin: “Em rê nadin desteserkirinê.” -
Li Enqereyê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
Platforma Jinan a Enqereyê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan da û banga daketina kolanan li jinan kir. -
Jin ber bi Şaredariya Sûrê ve meşiyan
Jinên TJA’yî piştî eşkerekirina deklarasyona 25’ê Mijdarê, li pêşiya bînaya Şaredariya Sûrê daxuyaniyek dan. Halîde Turkoglû anî ziman ku qeyûm tundiya mêr-dewletê ye û got ku ew ê ji bo şandina qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. -
TAJÊ bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê rêzeçalakiyên xwe yê di navbera 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê eşkere kir. -
KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin, 23 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan
KCDP’ê di rapora meha Cotmehê de ragihand ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Em li qadan meşaleya azadiyê vêxin!
TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê." -
Ev 120 roj in bi Pexşan Ezîzî re hevdîtin nayê kirin
Dosyaya Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin û cezayêê dardekirinê lê hatî birin, şandin Dadgeha Bilind. Pexşan Ezîzî ev 120 roj in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. -
KJK: Li dijî sûcên li hemberî jinan em bi hev re dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’
KJK: Em hevalên xwe yên jin û dostên xwe yên li ber xwe didin silav dikin; bang dikin ku hêza têkoşînê ya hevpar hîn bêhtir xurt bikin û 25'ê Mijdar a îsal weke rojeke mezinkirina têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî tundiyê binirxînin. -
TJK-E: Em li her derê berxwedanê mezin bikin
Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bang hate kirin ku li her devera Ewropayê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin. -
KJK: Em kolanan veguherînin qada berxwedanê
KJK'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê." -
Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
Li Edeneyê jina bi navê F.A.E ji aliyê mêrê bi navê M.K.D. ve hate qetilkirin. -
KJK’ê ji bo dayika Plaza De Mayo, Mîrta Baravalle peyama sersaxiyê da
KJK’ê ji bo Mîrta Acuna De Baravalla ya ku yek ji damezrînerên Plaza De Mayo ye, peyameke sersaxiyê weşand. -
Ji Dayikên Plaza de Mayoyê Mirta Acuña de Baravalle jiyana xwe ji dest da
Mirta Acuña de Baravalle ya 99 salî yek ji damezrînerên Dayikên Plaza de Mayoyê bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Berlînê qetlîamên jinan hat protestokirin
Pêkhateyên Netzwerk Gegen Femînîzîde li Berlînê ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jinan û jinên hatine qetilkirin bi bîr bîne çalakî li dar xistin. -
Sebahat Tûncel: Ji bo pêşerojê divê em bên ba hev
Sebahat Tûncel di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî û got: “Yên ku bixwazin ji vê sîstemê re bêjin, ‘raweste’ divê bên ba hev. Em ê pêşerojê bi hev re ava bikin. Em nikarin vê pêvajoyê ji însafa dewletê re bihêlin, divê em ji xwe bawer bin.” -
‘Divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê, bibin dengê hevpar’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got, “Pirsgirêka Kurd ev qas di krîzê de ye, lewma divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar.” -
Konferansa Jinan a HDK'ê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, di konferansa Jinan a HDK’ê ya bi dirûşma "Em bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê re mezin dibin, bi berxwedanê re bi ser dikevin" de axivî û got, "Em ê sîstema bi serdestiya mêr hilweşînin." -
TJK-E: Gelê Kurd di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê da
Tevgera Jinên Kur a Ewropayê (TJK-E) 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî silav kir û got: ‘’ Gelê Kurd di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê da.’’