Ji Dayikên Plaza de Mayoyê Mirta Acuña de Baravalle jiyana xwe ji dest da
Mirta Acuña de Baravalle ya 99 salî yek ji damezrînerên Dayikên Plaza de Mayoyê bû, jiyana xwe ji dest da.
Mirta Acuña de Baravalle ya 99 salî yek ji damezrînerên Dayikên Plaza de Mayoyê bû, jiyana xwe ji dest da.
Damezrînera dîrokî ya Dayikên Plaza de Mayoyê û bapîra wan Mirta Acuña de Baravalle di 99 saliya xwe de koça dawî kir.
Mirta Acuña de Baravalle yek ji wan 14 jinan bû ku di 30'ê Nîsana 1977'an de cara yekem li qada li ber Casa Rosada ji bo xwedîderketina li zarokên xwe kom bûn.
Mirta diya Ana María Baravalle ya ku di 27ê Tebaxa 1976’an de hat revandin. Wê demê jina ciwan a 28 salî beşa Civaknasiyê dixwend û 5 mehî ducanî bû. Ji wê gavê û pê ve, Mirta Acuña de Baravalle dest bi lêgerîna bêwestan kir da ku keç û neviyê xwe bibîne.
Mirta Acuña de Baravalle soza xwe ya ji bo têkoşîn û mafên mirovan anî ziman û got, “Ez her tim dibêjim; Heya ku hêza min hebe, heta ku ez bikaribim ji aliyê derûnî ve bedena min a fîzîkî bersivê bide min, ez ê têkoşîna ji bo edaleta civakî û mafên mirovan bidomînim."