Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê

Platforma Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Bi Jiyan, Jiyan, Azadî xwe biparêzin" pêk bînin.

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 25'Ê MIJDARÊ

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî aşkere kir. Daxuyanî îro (10 Mijdar) li Parka 4ˈê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê hate dayîn. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed bi zimanê erebî, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif bi zimanê suryanî daxuyanî xwendin.

ˈTÊKOŞÎNA AZADIYÊ DİDOMEˈ

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna azadiya ya jinan hate kirin û hate gotin "Bi rihê berxwedana serdemê û bi rihê berxwedana jinan em 25ˈê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya jina azad  ji dîroka kevnar  ve heya roja îro bê navber didome.  Ji  Rosa Luxsemburg, heya Sakîna Cansiz, ji  Rîhan Şiwêş heya Asya Alî, ji  Yusra Derwîş heya Zelal Zagros, ji Gulîstan heya Hêro, ji Sorxwîn Dêrsim heya Şamîram Xabûr têkoşîn  berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên  dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dûbare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiyê  bi cîh bînin."

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, dîsa berxwedana jinên di girtinên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin hate gotin: "Em ê şopdarên dengê rastiya zindana bin, em ê bi rihê vê berxwedanê ji sîstema desthildaran re bêjin na û hezar carî na."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku sîstema serwer a zilam û ya modernîteya kapîtalîzmê her çendin zeyîf dibin ewqasî qirkirinên xwe didin ferzkirin û krîzan çêdikin. Hate gotin " Di encama siyasetên pergala modernîteya kapîtalîst de qetilîam zêde bûne, aloziyên jiyanî, kuştin, koçberî, nexweşiyên civakî, tundî, bazirganiya bi jinan, dîsa destdirêjiya li zarokan û standina azadî û mafên rewa zêdetir bûne. Bi hincetên zayendî, olî û neteweyî jinan bi rêbazên herî tund qetil dikin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û wiha hat domandin "Komkujiyên xeternak, dagirkerî û koçberkirin in ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jin zarokan û tevahî gelan pêk tîne, mînaka her ber bi çav a . Dewleta Tirk ku hewl dide projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibe, kesayetên siyasî yên welatparêz wekî siyasetmendar Hevrîn Xelef yên ku roleke sereke di şoreşa jinan û têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞˈê de lîstine dike hedef. Lê em dibînin ku hesab ji kujerên jinan nayê pirsîn û adalet û aştî pêk nayên."

Di daxuyaniyê de siyasetên dijminane, dagirkerî û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember pêkanînên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

LI HEMBERÎ ŞIDETÊ BANGA PÊŞXISTINA XWEPARASTINÊ

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû tevgerên jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn hate kirin ku hemberî hişmendiya ku şidetê dimeşîne, xweparastin û zanistiyê pêşbixin. Her wiha bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê hate kirin "Em hêza xwe bikin yek û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwebiparêze û  hêza xwe ya parastina jin pêş bixin."

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wê ji dîrokên 10-25’ê Mijdarê bi silogana "Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wiha ye:

-Li gund û bajarokan wê semînerên danasîna girîngiya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî werin dayîn.

-Wê li bajaran civînên girseyî werin lidarxistin û senevîzyon li ser tundiya li ser jinan werin pêşandan.

-Wê li tevahî kantonan belavok werin belavkirin.

-Li bajaran wê di nava 3 rojan de perwerde li ser qanûna malbatê, zayendparêzî û hevjiyana azad ji  mêran re werin dayîn.

-25ˈê Mijdarê wê li ser asta kantonan meşên girseyî werin lidarxistin.

-Bi beşdariya şandeyek ji Almanyayê wê atolyayek li ser qetilkirina jinan were lidarxistin.

-24ˈê Mijdarê wê bi armanca bidawîkirina tundiya li ser jinan kampanyeke haştagê li ser medyayên dîjîtal were destpêkirin.

-Wê mal werin ziyaretkirin, rewşa jinan were şopandin û Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî were nîqaşkirin.

-Li tevahî kantonan wê şanoyek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve were pêşkêşkirin.

-Wê der barê cûreyên tundiya li ser jinan de panel û komxebat werin lidarxistin.

-Her tevgereke û rêxistineke jinan jî wê li gorî bernameya xwe ya taybet çalakiyan li dar bixin.