JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê eşkere kir

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê weşand û ragihand ku 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin. Her wiha hate diyarkirin ku 22 jin û 4 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê ku ji çapemeniyê berhevkirî, eşkere kir. Hat ragihandin ku tenê di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatin qetikirin, 22 jin û 4 zarok bi awayekî gman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî çeteleya tundiyê hat diyar kirin ku 16 jin ji alyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin, 4 jin di pêvajoya hevberdanê de, 6 jin ji aliyê mêrên ku ew nas dikirin, jinek ji aliyê mêrê pê re di nav têkiliyan de bû, jinek ji ber ku xwest veqete, 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê kesê nasnama wî nehat zanîn ve, 2 jin ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyabûn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve û jinek jî ji aliyê mêrên ku ew nas nedikirin ve hat qetilkirin.

Li Îzmîr 2, Kastamonu 2, Kocaelî 1, Bursa 2, Hatay 3, Nevşehîr 1, Stenbol 7, Êlih 1, Mugla 1, Enqere 2, Mêrsîn 2, Konya 1, Amed 2, Riha 1, Tekîrdag 2, Kirikkale 1, Balıkesîr 2 , Samsûn 1, Sakarya 1, Edene 4, Dîlok 1, Antalya 1, Aydin 1, Zonguldak 1 jin hatin qetilkirin.