JIN
Hemû Nûçe
-
DEM Partî û TJA’yê Denîz Poyraz bi bîr anî
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Denîz Poyraz bi bîr anî. Dayik Fehîme Poyraz di bîranînê de axivî û got, “Ew ê nekaribin jinan tune bikin.” -
Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê dan
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nerazîbûn nîşanî biryara cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve ji bo Werîşe Mûradî hat dayîn dan û gotin, “Em wan şermezar dikin û vedixwînin mirovbûnê.” -
Li Kolombiyayê zewaca bi temenê biçûk hat qedexekirin
Kolombiyayê pêşnûmeya qanûnê ya bi sernavê, “Ew keç in, ne hevser” ku zewaca kesên di bin 18 saliyê de qedexe dike, erê kir. -
Jin wê li dijî desteserkirina vînê têkoşîna hevpar bidin
Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî desteserkirina vînê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û gotin : “Da ku em bibêjin ‘Bila hevşaredar/şaredarên ku hatine hilbijartin erka xwe ya birêvebirina bajaran bidomînin’ em têkoşîna xwe dikin yek.” -
Li Wanê mirina 10 jinan a bi awayekî bi guman: Kiryar tên parastin
Komeleya Jinan a Starê û TJA'yê, ragihandin ku di nava 10 mehên dawî de li Wanê 10 mirinên "bi guman” pêk hatine û got, "Kiryarên mirinên biguman tu carî eşkere nabin û ev yek ji ber parastina kiryaran e.” -
Ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin çandin
Hevşaredarên Jin ên ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin. -
TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ve ye." -
SKB: Ji bo Werîşe Mûradî çi ji destê we tê bikin!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) banga rawestandina darvekirina Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî kir. -
Li Şirnexê çalakiyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin
Di pêşengtiya TJA’yê de li gelek gund û navçeyên Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijradê de çalakî hatin lidarxistin. -
Kampanya 'Gotina me xelas nebûye' destpê kir
Şaredariyên DEM Partiyê bi dirûşma 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dan destpêkirin ku wê salekê dewam bike. -
Rîhan Elo: Heta ku jin azad nebe civak azad nabe
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn - Şehba Rîhan Elo diyar kir ku li hemberî qirkirin û tundiya li ser jin û gel tê meşandin pêwîstî bi avakirina neteweya demokratîk heye û got: “Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe.” -
'Jin hewl didin ku di hemû karên civakê de rola wan hebe'
Geşe Mihemed Qadir anî ziman ku jin hewl didin ku di hemû karen civakê de rola wan hebe û got: “Ez hêvî dikim ku ew jinên ku di hin karên diyarkirî de rola wan heye, di siberojê de bikarin di hemû kar û saziyan de roleke bibandor bilîzin." -
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê li dijî cezayê darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Jinên DEM Partiyî bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bi jinên mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteynir û konan dijîn re, hat ba hev. -
Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê: Em bibin dengê Werîşe Mûradî
Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê bang kir ku bibin dengê Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Bang li jinên cîhanê hate kirin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê. -
Cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn hate şermezarkirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn, şermezar kirin. -
'YJA Star artêşa parastinê ya jinên bindest e'
Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku ne tenê ji bo jinên Kurdistanî, ew ji bo her jineke bindest têdikoşin û gotin, "Em hêza parastinê ya jinên bindest hemûyan e." -
Jinan li Şirnexê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin
Jinan çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin. Bi pêşengiya TJA’yê nîqaş hatinkirin, peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn. -
KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî banga piştevaniyê kir
KJAR’ê cezayê îdamê yê li Werîşe Muradî hatî birîn şermezar kir û banga piştevaniyê li hemû jinan kir. -
Li Kantona Firatê Kongra Star ji bo 25’ê Mijdarê komxebatek lidar xist
Rêxistina Kongra Star li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê azadiya jinê misoger bikin” komxebatek lidar xist. -
YPJ’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervanên ku di sala 2016’an de şehîd bûne, eşkere kir. -
KJK: Em li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê têkoşîna hevpar mezin bikin
KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin. -
Li Ewropayê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
Li Aarau, Feiburg û Strasbourgê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
Cezaya darvekirinê li Werîşe Mûradî hat birîn
Girtiya siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, bi cezaya darvekirinê hat cezakirin. -
Jinan li Agiriyê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin
Jinan li Agiriyê dest bi çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê kirin û bernameya li ser çalakiyan eşkere kirin.