JIN
Hemû Nûçe
-
Şervanên YPJ’ê: Divê her roj bibe roja azadiya jinê
Şervanên YPJ’ê yên li eniya berxwedanê li ber xwe didin 8’ê Adarê di serî şervanên YPJ’ê û hemû jinan pîroz kirin û gotin, “Divê ev roj ji bo her jinekê bibe roja azadiyê.” -
Jinên Kantona Firatê: Em ê bi 8'ê Adarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin
Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gotin, ew ê bi têkoşîna xwe di roja 8’ê Adarê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. -
‘Têkoşîna hevrêyên me yên jin ên di zindanan de îlham dide’
Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan diyar kir ku ji bo Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê mezin bibe û ji hemû cîhanê re bibe çavkaniya îlhamê, jinên berxwedêr ên li zindanan bi têkoşîn û berdêlan roleke mezin lîstine. -
KJK’ê komkujiya li ser Elewiyan şermezar kir û banga protestoyê kir
Koordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê cardin şer bê gurkirin û bang li her kesî kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de komkujiya li dijî Elewiyan şermezar bike. -
Ji KNK’ê peyama 8’ê Adarê
KNK’ê diyar kir ku jinên ku 8’ê Adarê bi ked û cesareteke mezin 8’ê Adarê gihandine îro, dîrok dinivîsin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. -
Gaziyên Jin: Di pêşengiya jinan de em ê civaka demokratîk ava bikin
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, “Werin em bibin yek û li hember pergala mêrperest, jin û civakan azad bikin.” -
ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê
ROJIN’ê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû hempîşeyên xwe kir ku li dijî her cure êrîş û gefan deng û gotinên xwe bikin yek, torên xwe yên hevpar xurt bikin û qada medyayê li ser navê jinan veguherînin zemînê têkoşînekê. -
Yekgirtina jinên cîhanê wê bibe têkçûna pergala kapîtalîst
Gerîlayên YJA STAR’Ê 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û bang li jinan kirin ku yekîtiya xwe pêk bînin. -
Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê
Li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş hat lidarxistin. -
Li Serhedê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Di çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li bajarên Serhedê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. -
Li Silopiyayê çalakiya 8’ê Adarê: Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Silopiyayê hate pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitîngê de wiha got, “Civaka demokratîk tê wateya civaka ku jin lê azad in. Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e.” -
Li Curnê Reş şahiya 8'ê Adarê
TJA'yê li Curnê Reş bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şahiyek lidar xist. -
Jinan dest ji kar berdan û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Îzmîr, Enqere, Stenbol û Eskîşehîrê dest ji kar berdan û li gelek bajaran daxuyanî dan û çalakî lidar xistin. -
Li Santiagoyê jinan çalakiya azadî ji bo Rêber Apo lidar xist
Li paytexta Şîlî Santiagoyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û Komîteya Piştevaniyê çalakiyek hate lidarxistin û azadiya Rêber Apo hate xwestin. -
KJC: Ji bo bicihanîna banga Rêber Apo em ê bi dil û can bixebitin
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk wê bi dil û can bixebitin. -
Şervanên YPJ'ê: Roj hemû wê bibin 8'ê Adarê
Şervanên YPJ'ê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çeperên berxwedanê yên li Tişrînê pêşwazî dikin, destnîşan dikin ku wê bi berxwedana xwe rojan hemûyan bikin 8'ê Adarê. -
YPJ: Em ê sala 2025'an bikin sala azadî, aştî û wekheviyê
YPJ'ê got, "Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedana jinan em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û em bawer in wê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê." -
Pêvajo bi pêşengiya jinan wê bigihije serketinê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kirin ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kirî, wê bi pêşengiya jinan bigihije serketinê. -
Gerîlayên azadiyê yên jin 8'ê Adarê pîroz dikin
Gerîlayên YJA Starê gotin, bi nameya ji Rêber Apo ew hîn bi coş û bi hêz 8'ê Adarê pîroz dikin. Gerîlayan gotin, "Bi saya Rêber Apo em her roja xwe bi wateya 8'ê Adarê derbas dikin." -
TAJÊ serdana jinên partiyan kirin
Şandeya Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ rêze hevdîtin li gel jinên ji partiya Goran, partiya Şûîî û partiya Zehmetkêşan re kirin. -
Ji şervanên YPJ'ê yên li Tişrînê peyama 8'ê Adarê
Şervanên YPJ'ê yên li Bendava Tişrînê li ber xwe didin, 8'ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin. YPJ'yiyan 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kirin û hêviya xwe anîn ziman ku vê 8'ê Adarê li gel Rêber Apo pîroz bikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em azadiyê digihînin lûtkeyê
Di çalakiyên 8'ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyama: "Li ser şopa paradîgmaya Rêber Apo û mîrateya şehîdan, em xeta xwe ya têkoşînê bilind dikin û azadiyê digihînin lûtkeyê” hate dayin. -
Jinan ji Rêber Apo re name şandin
Li gelek bajaran bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî ji Rêber Apo û girtiyên jin re name hatin şandin. -
Li Êlih û Mêrdînê qeyûm nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên daliqandin
Li bajarên Bakurê Kurdistanê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomin. Li Êlih û Mêrdînê afîşên 8’ê Adarê ên ku dihat xwestin li bîlboardan bên daliqandin ji aliyê qeyûman ve hate astengkirin. -
Ji xwendekar û jin ên ciwan ên kantona Firatê çalakiyên 8'ê Adarê
Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê bi wesîleya 8'ê Adarê şahîd lidar xistin.