Cenazeyê Celal Başlangiç hate veşartin

Cenazeyê rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê bi merasîmekê hete veşartin.

Ji bo rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê ê Elmanyayê merasîmek hate lidarxistin. Li gel xizmên Başlangiç her wiha gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî merasîmê bûn.

Rojnameger Hasan Cemal di merasîmê de axivî û  nûçeyên girîng ên Celal Başlangiçî bi bîr xist û ev yek anîn ziman: ‘’Celal rojnamegerekî pir serkeftî bû, mirovekî pir baş bû. Bila cihê wî bihûşt be û em ê wî tim baş bi bîr bînin.’’