BI DÎMEN

Li Cenevreyê êşkenceya Îmraliyê hat protestokirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Di çalakiya Cenevreyê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, êşkenceya Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiya ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de her roja Çarşemê tê lidarxistin de, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome de êşkenceya li Îmraliyê hat protestokirin.

Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) dewr girt.

Çalakî di şexsê Hakî Karer de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê destpê kir. Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ramazan Amed axivî.

Amed berpirsiyariyên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), NY û saziyên navneteweyî  ya li hemberî êşkenceya tecrîdê bi bîr xist û anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê pêk tên. Amed diyar kir ku bi van êrîşan komkujiya li ser gelê Kurd û topyekûn dagirkirina Kurdistanê tê hedefgirtin û wiha got: “Gelê Kurd, bi taybet Kurdistaniyên li Cenevreyê heta ku êrîşên dagirkeriyê bi dawî nebe û Rêber Apo azad nebe, li qadan bin.

Amed li dijî êrîşên li her çar parçeyên Kurdistanê banga xwedîderketina li têkoşîna gerîla kir.

Piştre ji aliyê aktivîstê TCŞ’ê Ramazan Qoser ve daxuyanî hat xwendin.

Kurdistanî bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoceya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de çalakiya rûniştinê domand.