Hikûmeta Belçîkayê bi awayekî fermî pêsikandina derqanûnî erê kir

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo roja Çarşemê li Meclisê daxuyaniyek da û ragihand ku wî li ser navê hikûmeta Belçîkayê pêsikandinên derqanûnî erê kiriye.

Di Hezîrana 2022’yan de meclisa hikûmetê biryara parmenterê bi navê Mîchel De Maegdî ya erêkirina pêsikandinên derqanûnî, ji têkildaran re dayîna statûya mexdûriyê û  derheqê mijarê de destpêkirina lêpirsînê, qebûl kiribû. 

Ev biryar bi taybetî jî zarokên ku ji dewletên Gûatemala, Şîlî, Srî Lanka û Hindistanê tên, eleqedar dike.

Serokwezîrê Belçîkayê têkildarî mijarê ev yek anîn ziman: ‘’Jixwe hikûmeta federal qebûl dike ku ji sala 1950’yan û heya niha li Belçîkayê pêsikandinên derqanûnî û bipirsgirêk pêk hatine û li gorî hikûmetê hewce ye kesên ku xwedî li zarokan derketine, weke mexdûr bên qebûlkirin.’’