KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst kir: 1’ê Gulanê tevlî Pêngava Azadiyê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst û demokratîk kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê helwest nîşan bidin û tevlî Pêngava Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bibin.

PEYAMA 1’Ê GULANÊ YA HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran peyamek weşand û diyar kir ku divê modernîteya kapîtalîst a ku hemû nirxên mirovahiyê tune kir, rê li ber hilweşîna ekolojîk vekir û jiyan anî rewşa tunebûnê, ji holê were rakirin û li şûna wê jiyaneke demokratîk, komunal, wekhev, azadîxwaz û ekolojîk were avakirin. Hat destnîşankirin ku di 1’ê Gulanê de divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî girseyî bibe.

Temamiya peyamê bi vî rengî ye:

“Em 1’ê Gulanê roja yekîtî û hevgirtinê li hemû çînên bindest, gelan û jinan bi taybetî li çîna karkeran pîroz dikin. 1’ê Gulanê têkoşîn, yekîtî û hevgirtina karker, kedkar û çînên bindest li dijî mêtingeriya kapîtalîst îfade dike. Têkoşîna karker, kedkar û çînên bindest di têkoşîna mirovahiyê ya ji bo wekhevî û azadiyê ya li dijî mêtingeriyê di dîrokê de xwedî cihekî pir girîng e. Weke hemû nirxan 1’ê Gulanê jî bi têkoşîn û berdêlên mezin pêk hat. Em di şexsê şehîdên 1’ê Gulanê de şehîdên şoreş û demokrasiyê, afirînerên hemû nirxan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dema em vê roja girîng pîroz dikin, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê şehîdan bin û bi berfirehkirina têkoşînê bîranînên wan pêk bînin.

DIVÊ 1’Ê GULANÊ LI GORÎ WATEYA WÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Têkoşîna çîna karkeran a li dijî mêtingeriya kapîtalîst bi pêş ketiye, her ku diçe hemû beşên civakî yên bindest xwedî lê derdikevin û îro bûye têkoşîna jin, ciwan û hemû beşên civakî yên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê  li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin. Veguheriye têkoşîneke gerdûnî û bûye ya mirovahiyê. Di vî warî de têkoşîna sosyalîzmê ti girîngiya xwe winda nekiriye, wateya wê hê mezintir bûye û berpirsyariya tevgera sosyalîst zêde bûye. Îro berpirsyariya hemû tevgerên azadîxwaz ên demokratîk ên li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin, bi taybet tevgerên sosyalîst zêde bûye û bi berpirsyariya têkbirina pergala modernîst a kapîtalîst re rû bi rû maye û rê li ber rizgariya hemû mirovahiyê vekiriye. Bi vê hişmendiya berpirsyariyê tevgerîn, kûrkirina vê bingehê û pêngavên xurt wê ji bo têkbirina pergala modernîteya kapîtalîst û bidawîkirina mêtingeriyê bibe diyarker. Bi hişmendiya vê berpirsyariya dîrokî re divê em hişmendiya azadiyê kûr bikin, zihniyeta serdest a mêr têk bibin û jiyana komunal a ekolojîk a demokratîk pêş bixin. Divê em 1'ê Gulanê bi rengekî li gorî wateya wê pêşwazî bikin û pîroz bikin.

DIVÊ TEQEZ SÎSTEMA MÊTINGERIYÊ JI HOLÊ WERE RAKIRIN

Pêşengên dîrokî yên sosyalîzmê diyar kirin ku modernîteya kapîtalîst her ku biçe wê mêtingeriyê mezin bike û veguhere mêtingeriya bêsînor û rakirina vê pergala mêtingeriyê erka herî bingehîn a mirovahiyê ye. Îro em gelek çêtir dibînin ku dîrokê wan piştrast kiriye. Modernîteya kapîtalîst bi sekna xwe ya ji bo destkeftiyên herî zêde, bi tinekirina hemû nirxên mirovahiyê, ferdperestî û xweperestiyê bi pêş xist û bi tinekirina ekolojiyê re jiyan aniye asta tinebûnê. Ne civak û ne jî xwezaya ku em tê de dijîn êdî nikarin tehemulî modernîteya kapîtalîst bikin. Jiholêrakirina vê pergala mêtingeriyê û avakirina jiyaneke demokratîk, komînal, wekhevîxwaz, azadîxwaz û ekolojîk bûye esas. Rêya bi destxistina vê yekê jî pêşxistina yekîtî û tifaqa ku cewhera 1’ê Gulanê îfade dike û bi têkoşîna gel û jinan re di nava yekîtî û hevgirtinê de têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê ye.

RÊBER APO JI BO AZADIYA HEMÛ GELAN TÊKOŞIYA

Şoreşa Azadiya Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna sosyalîzmê de pêş ket. Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya hemû gelan û bindestan têkoşiya û ji bo vê jî her tim di nava lêgerîn û hewldanan de bû. Têgihiştin û helwesta têkoşîna hevpar û jiyana hevbeş bi têkoşîna gelê Kurd re kiriye parçeyek û hêza pêşeng a têkoşîna gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi israr ji bo pêşxistina wê têkoşiyaye. Şoreşa ku li Rojava derket holê, pêşketina gelên Îran û Rojhilatê ya di ronahiya felsefeya Jin Jiyan û Azadiyê de, paşveçûna faşîzma AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê û geşedanên ku hêzên demokratîk bi dest xistin, encamên vê israrê bûn. Li aliyê din Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmaya sosyalîzma derveyî dewletî ya li ser esasê azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê û teoriya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, hewl da astengiya îdeolojîk-teorîk derbas bike û asoyê bide têkoşîna sosyalîzmê. Ev keda Rêber Apo xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

BANG LI TEVGERÊN SOSYALÎST Û DEMOKRATÎK HATE KIRIN KU TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYÊ BIBIN

Ev hemû nîşan dide ku Rêber Apo bi berpirsyariyeke dîrokî tevgeriya. Em bang li hemû tevgerên sosyalîst û demokratîk dikin ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, di 1’ê Gulanê de bi yekîtî û hevgirtina bi gelê Kurd re, bi hewldan û helwesta têkoşînê ya Rêber Apo re bibin xwedî helwesta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û tevlî pêngava azadiyê bibin.

Divê gelê Kurd jî bêhtir xwedî li 1'ê Gulanê derkeve. Di 1'ê Gulanê de dakeve qadan û bi kedkar û gel re hevgirtina xwe nîşan bide. Bi xurtî daxwazên xwe yên azadiyê biqîre û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bînin asta girseyîbûnê. Bi vê hest û helwestê em careke din 1’ê Gulanê pîroz dikin. Di serî de gelê Kurdistanê bang li hemû gelan, jinan, ciwanan û dostan dikin ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bi hevgirtina karker û kedkaran re têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bilind bikin. Li ser vê bingehê banga bi xurtî pîrozkirina 1’ê Gulanê dikin.”