CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Tê îdîakirin ku Koreya Bakur ji Rûsyayê re 3 hezar leşkerên din şandine
Artêşa Koreya Bakur di daxuyaniyeke xwe de îdîa kir ku wê ji bo piştgiriyê îsal 3 hezar leşkerên din şandine Rûsyayê. -
DYE’yê xelata ku ji bo girtina serokên Talîbanê diyar kiribû rakir
DYE’yê, xelata bi mîlyon dolarî ku ji bo girtina serokên Talîban diyar kiribû rakir. Di nava van kesan de wezîrê karên hundir ê Efganistan jî heye. -
Berdevkê Hamasê di êrîşa Îsraîlê de mir
Hamasê ragihand ku ji berdevkên wan Abdullatîf el Kanua li bakurê Şerîda Xezeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate kuştin. -
Li Koreya Başûr şewatên daristanan: Herî kêm 24 kes mirin
Li Koreya Başûr ji ber şewatên daristanan herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî bi giranî birîndar bûn. -
Netanyahû gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan wê zext girantir bibe
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gef li Hamasê xwar, ku eger dîlgirtiyan bernede wê zextê hîn giran bikin. -
Parlamenta Ermenistanê pêvajoya ji bo endamtiya YE’yê da destpêkirin
Parlamenta Ermenistanê ji bo pêvajoya beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) deng bi kar anî. -
Li gorî îstîxbarata DYE'yê gefa herî mezin Çîn e
Li gorî rapora îstîxbarata Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Çîn li ser berjewendiyên DYE'yê yên li cîhanê gefa sereke ye. -
Li Şerîda Xezeyê xwepêşandan li dijî şer: Dirûşma 'Hamas derkeve'
Li Beit Lahia ya li bakurê Şerîda Xezeyê bi sedan Fîlîstînî daketin qadan û xwestin, şerê bi Îsraîlê re bê bidawîkirin. Her wiha li dijî Hamasê dirûşm qîriyan. -
Li Sûdanê komkujiyek pêk hat: Bi sedan kes mirin
Kollektîfa parêzerên Sûdanî Emergency Lawyer, ku ji Nisana 2023’yan ve ye binpêkirinên şerê li herêmê belge dike, da zanîn ku di encama êrîşa li ser cihê bazarê de komkujiyeke mezin pêk hatiye. -
Rûsya dixwaze NY'ê jî tevlî danûstandinên Ûkraynayê bike
Ji muzakerevanên Rûs Grigori Karassin diyar kir ku ew dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tevlî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bikin ku li ser agirbesteke gengaz a li Ûkraynayê têne meşandin. -
Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes mirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 18’ê Adarê ve ku Îsraîlê car din dest bi êrîşan kir, herî kêm 730 kes mirin. -
DYE û Rûsya, li Riyadê agisbesteke muhtemel muzakere dikin
DYE û Rûsya wê roja Duşemê li Erebistana Siûdî bi armanca dabînkirina agirbesteke qismî ya ji bo Ûkraynayê, li hev bicivin. -
Di encama êrîşa li Yemenê de kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn
Serhildêrên Hûsî yên Yemenê, dan xuyakirin ku di êrîşekê de li paytext Sanayê kesek hate kuştin û 13 kes jî birîndar bûn. Ji êrîşê DYE’yê berpirsyar tê dîtin. -
Îranê sîstema xwe ya fuzeyê ya nû da nasandin
Muxafizên Şoreşê yên Îranê sîstema xwe ya fuzeyê ya nû da nasandin ku li sê giravên stratejîk ên li Kendavê bi cih kiriye û îdîa dike ku dikare li hedefên 'keştî û baregehên dijmin' ên nêz bixe. -
Trump Wezareta Perwerdeyê tasfiye dike
Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo girtina Wezareta Perwerdeyê wê roja Pêncşemê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê. -
Şehîd Lêgerîn Çiya li Arjantînê hate bîranîn
Li bajarê Cordoba û bajarokê Villa Giardino yên Arjantînê bi wesîleya şehadeta Şehîd Lêgerîna Çiya (Alina Sanchez) festîvalek û atolyeyek bi mijara 'parastina tenduristî û welêt' hatin lidarxistin. -
Li Xezeyê bîlanço giran dibe: Herî kêm 413 kes mirin
Li gel agirbestê jî Îsraîlê bombardûmaneke giran li Şerîda Xezeyê kir. Hate ragihandin ku di encamê de zêdeyî 400 kes mirin. -
Berxwedêra Fîlîstînî Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
Yek ji kesayetên sembol ên têkoşîna azadiyê ya Fîlîstînê Leyla Xalid ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wê, rakirin nexweşxaneyê. -
Îsraîlê bombe li Xezeyê barand: Zêdeyî 330 kes mirin
Îsraîlê ji 19'ê Çileyê dema destpêkirina agirbestê û vir ve êrîşa herî giran bir ser Xezeyê. Li gorî Hamasê zêdeyî 300 kes mirin. -
Li DYE’yê ji ber karesata babîsokê herî kêm 40 kes mirin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji roja Şemiyê ve bi karesata babîsokê re rû bi rû ye û heta niha herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Kamyoneke bi madeyên hişbir dagirtî ya ji Tirkiyeyê diçû Iraqê, hate girtin
Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê kamyoneke 1,1 ton captagon (madeya hişbirinê) ya ji Tirkiyeyê hatî şandin, hate girtin. -
Donald Trump darbe li medya cemaweriyê kir
Rêveberiya Trump xebatkarên Dengê Emerîkayê (VOA), Radyoya Asya Azad û saziyên din ên medyayê yên ji aliyê DYE'yê ve têne fînansekirin ji kar dûr xist. Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan. -
Li Makedonyayê agir bi dîskotekê ket: Herî kêm 50 kes mirin
Li bakurê Makedonyayê agir bi dîskotetekê ket. Hate ragihandin ku bi dehan kes ji ber şewatê mirin. -
Di êrîşên li ser Hûsiyan de herî kêm 31 kes mirin
Li Yemenê li gorî bîlançoya nû ya êrîşên li ser Hûsiyan de ku DYE'yê serkêşî jê re kir, herî kêm 31 kes mirin, 101 kes jî birîndar bûn. -
Fransa, Îngîlîstan û Îtalya bi awayekî hevpar fûzeyan dikirin
Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand ku, li hember gefên zêde yên Ewropayê yên li ser ewlehiyê, Parîs, London û Romayê biryar dane ku bi giştî 218 fûzeyên balafirên Aster bikirin.