Netanyahû gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan wê zext girantir bibe

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gef li Hamasê xwar, ku eger dîlgirtiyan bernede wê zextê hîn giran bikin.

Artêşa Îsraîlê piştî agirbesta du mehan di 18'ê Adarê de ji nû ve dest bi êrîşên leşkerî kir.

Netanyahû li parlamenta Îsraîlê ya li Qûdsê axivî û got, "Hamas çiqasî israr bike ku dîlgirtiyên me bernede, em ê ewqasî zexteke giran bikin."

Netanyahû got, "Vê yekê ji Hamasê re dibêjim: Ev yek desteserkirina xakê û gelek tedbîrên jî digire nava xwe ku li vê derê nabêjim."

JI 18'Ê ADARÊ Û VIR VE 830 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku ji 18'ê Adarê û vir ve 38 jê di nava 24 saetên dawî de 830 Fîlîstînî hatin kuştin.

Wezaretê diyar kir ku ji 18'ê Adarê û vir ve 1.787 kes jî birîndar bûn.

Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve jî li Şerîda Xezeyê bi giştî 50.183 kes hatin kuştin.