Şehîd Lêgerîn Çiya li Arjantînê hate bîranîn
Li bajarê Cordoba û bajarokê Villa Giardino yên Arjantînê bi wesîleya şehadeta Şehîd Lêgerîna Çiya (Alina Sanchez) festîvalek û atolyeyek bi mijara 'parastina tenduristî û welêt' hatin lidarxistin.
Li bajarê Cordoba û bajarokê Villa Giardino yên Arjantînê bi wesîleya şehadeta Şehîd Lêgerîna Çiya (Alina Sanchez) festîvalek û atolyeyek bi mijara 'parastina tenduristî û welêt' hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de ku 3 rojan dewam kirin, jinên ji gelên cuda li hev kom bûn û ne tenê Alina Sanchez her wiha gelek kesayetên têkoşerên mafên mirovan û azadiyê yên weke Berta Caceres, Macarena Valdes, Marielle Franco, Rafael Nahuel bi bîr anîn.
Di atolyeyan de rewşa dawî ya li Kurdistanê û Şoreşa Jinê hatin nîqaşkirin. Piştî çalakiya bîranînê bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd de peyamek ji dîmen hate weşandin.
Di dema kombûnê de rîteuelên saxkirinê yên kolektîf ên kevneşop ên gelên xwecihî hatin nîşandan.
Di dawiya çalakiyan de dîmenek hate weşandin û otorîteya manewî ya gelê Mapuçe û Claduia Koral ku yek ji femînîstên Asya Yala ye berxwedana li Kurdisatnê silav kir.
Di peyamê de hate gotin, "Di têkoşîna parastina şoreşa jinê de hûn bi tenê nînin. Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan bisekinin em bi we re ne. Ji bo du aktîvîstên li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, em daxwaza azadiyê dikin. Ji bo aştiya mayinde ya li Rojhilata Navîn em daxwaza azadiya Ocalan dikin. Li başûrê cîhanê, ji Abya Yala heta Kurdistanê em bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' bi têkoşîna we re ne. Ji xaka pîroz a Mapuçeyê em hêza xwe ji bo berxwedana we dişînin."