Li DYE’yê ji ber karesata babîsokê herî kêm 40 kes mirin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji roja Şemiyê ve bi karesata babîsokê re rû bi rû ye û heta niha herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji roja Şemiyê ve bi karesata babîsokê re rû bi rû ye û heta niha herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Karesata babîsokê ya li DYE’yê di 14'ê Adarê de li başûrê welat dest pê kir û gav bi gav ber bi herêma Gola Mezin a li nêzî sînorê Kanadayê ve çû.
Li gorî rayedaran li herêmên navendî û başûrê DYE’yê herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî malpera Poweroutagê nêzîkî 250,000 mal ji êvara Şemiyê ve bê ceryan in.
Karesata babîsokê herî zêde bandor li eyaleta Missouriyê kir û li wir 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî babîsokê wêrankariya li eyaletê derket holê.
Wêneyên ku ji aliyê rayedaran ve hatin belavkirin jî asta ziyanên derketine radixe berçavan.
Di dîmenan de tê dîtin ku mal û depo hilweşiyane, wesayitên barkêş ên giran li ser rêyan qelibîne û keştiyên li marînayê li ser hev qelibîne.
Walî Mike Kehoe piştî seredana herêmê got: "Ziyan pir zêde ye."