Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes mirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 18’ê Adarê ve ku Îsraîlê car din dest bi êrîşan kir, herî kêm 730 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 18’ê Adarê ve ku Îsraîlê car din dest bi êrîşan kir, herî kêm 730 kes mirin.
Piştî agirbesta du mehan, di 18’ê Adarê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê car din destpê kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya li Xezeyê roja Duşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 18’ê Adarê ve 730 kes mirine. Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 57 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê li Xezeyê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve bi giştî 50.082 kes mirine, 113 hezar û 408 kes birîndar bûne.
Îsraîl bi sîstematîk cihê baweriyê ya îstastîkên wezaretê lêpirsîn dike. Lê belê Neteweyên Yekbûyî van îstatîstîkan weke cihê baweriyê qebûl dike.