Li Makedonyayê agir bi dîskotekê ket: Herî kêm 50 kes mirin
Li bakurê Makedonyayê agir bi dîskotetekê ket. Hate ragihandin ku bi dehan kes ji ber şewatê mirin.
Li bakurê Makedonyayê agir bi dîskotetekê ket. Hate ragihandin ku bi dehan kes ji ber şewatê mirin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî MIA'yê ragihand ku li bajarokê Kocani yê ji 30 hezar kesî ku bi 100 kîlometreyî li rojhilatê paytext Uskupê ye, li kulûbeke şahiyê ya bi navê Pulse şewatê rû da.
MIA'yê diyar kir ku di konserê de hezar û 500 kes hebûn û hingî agir bi qadê ket. Li gorî heman çavkaniyê, ji ber şewatê herî kêm 50 kes mirin. Hate ragihandin ku di dema konsera DNK de ku koma hîp-hopê ya naskirî ya Makedonyayê ye, agir bi dîskotekê ket.
Li gorî malpera nûçeyan a SDK'ê jî şewatê nîvê şevê saet di 03:00 de rû da û zêdeyî 100 ciwan jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên hin saziyên medyayê jî agir ji ber hin cîhazan bi qadê ket.