Dadgeha Bilind a Federal a Amerîkayê hikum da, ku doza têkildarî mirovekî reşik ê beriya 29 salan bi kuştina kesekî 79 salî tê sûcdarkirin û cezayê îdamê lê hat birîn, ji nû ve were dîtin. Dadgehê, ji bo vê biryara xwe ya li ser doza Tîmothy Fyrone Foster, jûriya dadgehê nîşanda, ku temamiya endamên wê ji mirovên çerm spî pêk tê.
Dadgeha Bilind di biryara xwe de ragihand, ku hemû belgeyên dozê hatine lêkolînkirin û fêm kiriye ku ji bo mirovên çerm reş nekevin nava heyeta jûriyê, hewldaneke mezin hatiye kirin. Bi vê biryarê ve wê doza Foster ê 47 salî ku bi salan e li eyaleta Georgîa li benda îdamê ye, ji nû ve were nirxandin.
Ev biryara Dadgeha Bilind a Federal a têkildarî doza Tîmothy Tyrone Foster, li hemberî dengekî dijber, bi 7 dengên endaman hat wergirtin. Balkêş e dengê redkirina vê biryarê ji aliyê dadgerê reşik Chlarence Thomas ê weke mûxalafazakar tê naskirin, hat dayîn.