NÇR-Ewropa serdegirtinên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê hatine kirin, şermezar kir
Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê-Ewropa serdegirtinên ku polîsên Belçîkayê li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê pêk anîn, şermezar kir.
Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê-Ewropa serdegirtinên ku polîsên Belçîkayê li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê pêk anîn, şermezar kir.
Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê-Ewropa (NÇR) diyar kir ku êrîşa li dijî her du qenalên televîzyonê hatî kirin, dewama “zihniyeta îmhayê” ye û destnîşan kir ku Kurd divê li her derê xwedî li dengê heqîqetê derbikevin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Kurd divê li her qadê xwedî li dengê xwe derkeve û van êrîşên antî-demokratîk şermezar bike.”