Şehîd Zozan Hesekê li Dortmûndê hat bibîranîn
Fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê bi tevlîbûna malbat û welatparêzên Kurdistanê li Dortmûndê hat bibîranîn.
Fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê bi tevlîbûna malbat û welatparêzên Kurdistanê li Dortmûndê hat bibîranîn.
Ji bo fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Hesekê (Munewer Fatîme) ku di 3’ê Nîsana 2024’an de şehîd bibû, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn ku bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Partiya Yekîtiya Demokratîk hat lidarxistin.
Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Dortmûndê, PYD, KOMAW û malbata şehîd Zozan Hesekê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de balkişandin ser têkoşîna 34 salan a Zozan Hesekê û rastiya şehadeta di PKK’ê de hat gotin.
Di bîranînê de ku sînevîzyon hat pêşandan, wêneya Zozan Hesekê diyarî malbatê hat kirin.