BI DÎMEN

PYD-Swîsre konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist

PYD-Swîsre konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist û xebatên rêxistinî yên salekê hatin nîqaşkirin. Di konferansê de Gulîstan Sadûn û Alî Omer weke berdevkên demê hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk – Swîsre (PYD-Swîsre) li Navenda Çandê ya Rojava ya li Zurîhê konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) Selma Surer û deleqeyên PYD’ê tevlî konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin û perspektîf hat xwendin.

Di konferansê de li ser helwesta hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nîqaş hat kirin. Di konferansê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker qadeke cidî a Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û PDK’ê ji dagirkeran re cih vekiriye.

Piştre rapora xebatên salekê ji aliyê berdevkê demê Abbas Omer ve hat xwendin. Di konferansê de rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin.

Di konferansê de Gulistan Sadun û Alî Omer weke berdevkên demê yên PYD-Swîsre hatin hilbijartin.