BI DÎMEN

Kesên di Qirkirina Dersimê de hatin qetilkirin li Kolnê hatin bibîranîn

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi boneya salvegera Qirkirina Dersimê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bi boneya 87’emîn salvegera Qirkirina Dersimê ku di 4’ê Gulana 1937’an de li dest pê kir û heta sala 1938’an dom kir, bi organîzasyona FEDA, Kongreya Avakirina Dersimê, AABF û komeleyên Dersimê yên li Ewropayê li ber Dêra Dom a dîrokî ya Kolnê yê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Seyîd Riza û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Di bîranînê de pankartên bi Tirkî, Kurdî û Elmanî hatin hilgirtin.

Gelek Kurdistanî û nûnerên saziyên demokratîk ên Elmanyayê tevlî çalakiya bîranînê bûn. Çalakî bi gulbangê dest pê kir. Gulbang li ser navê FEDA'yê Pîr Cemal Canan û li ser navê AABF'ê jî Pîr Alî Aba Erez bi rê ve çû. Pîr Canan ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû banga yekîtiyê li Kurdan kir. Bername bi Alî Baran dewam kir.

Piştre li ser navê Kongreya Avakirina Dersimê Hulya Yer axaftinek kir û destnîşan kir ku divê tiştên li Dersimê qewimîn weke qirkirinê bê qebûlkirin.
Di bîranînê de hunermendên Dersimê derketin ser dikê û bi silavkirina gel bîranîn bi dawî bû.