KCDK-E: Li Dersimê zarok jî di nav de 70 hezar kes qetil kirin

KCDK-E bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek da û got, "Li Dersimê zarok jî di nav de 70 hezar kes qetil kirin. Em ê hesabê komkujiyan ji dewleta Tirk bipirsin."

DAXUYANIYA QIRKIRINA DERSIMÊ

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê de wiha hat gotin: "Di 4'ê Gulana 1937'an de li Dersimê li dijî gelê Kurd û Elewiyan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar kes, li gorî gelê Dersimê ku şahidiya komkujiyê kirin 70 kes ku piraniya wan extiyar, jin û zarok bû, hat qetilkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

"Ev operasyona ku di 4'ê Gulana 1937'an de li Dersimê hat destpêkirin, weke qirkirina herî hovane derbasî dîrokê bû. Di komkujiyê de gund û şikeft hatin bombebarankirin, gelê Dersimê bi guleyan, gaza kimyewî, ji zinaran hatin avêtin û şewitandinê qetil kirin. 

Bi deh hezaran Kurdên Elewî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Ev qirkirin û zilma tijî êş, di dîroka dewleta Tirk de wek deqeke reş dimîne.

Dewleta Tirk a qirker bi operasyona qirkirinê ya li ser Dersimê re yek ji komkujiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê pêk anî. Ev komkujî di bîranînên Kurdan û gelê Dersimê de xwedî cihekî ku nayê jibîrkirine.
Ne mimkûn e ku gelê Kurd komkujî û qirkirinên dewleta Tirk bi taybetî jî komkujiya Dersimê ji bîr bike. Gelê Dersimê wê têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê hesabê van komkujiyan ji dewleta Tirk a qirker bipirse.

Em dewleta Tirk a qirker a ku berpirsyarê vê komkujiyê ye, şermezar dikin. Em careke din dubare dikin ku em ê hesabê van komkujiyan bipirsin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hêzên qetlîamker ên dixwazin li ser gelê Kurd qirkirinê pêk bînin, bi biryardarî bidomînin. "