BI DÎMEN

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 2 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Soro Amanos û Şiyar Amed di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Soro û Şiyar pêşeng û milîtanên fedayî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî bûn. Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin. Her kêliya jiyanê ya hevrêyên me, bi berxwedanê dagirtî bû. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin. Di jiyan û şer de bi tarzên xwe yê têkoşînê nirxên madî û manewî yên ku ji aliyê partiya me PKK’ê ve hatine afirandin, mezin kirin. Ji bo me hemûyan bûn xwediyê sekna milîtaniyê ya mînak. Hevrêyên me di şert û mercên herî zehmet de gerîlatî kirin û derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker xistin. Bi rengekî bê nefes û bê eman têkoşîna xwe domandin û bûn xwediyê mîsyoneke li gorî ruhê demê.

Em milîtanên xurt ên ruhê fedayî yê Apoyî hevrê Soro û Şiyar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, di serî de malbata me ya welatparêz a hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe, xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Soro Amanos
Nav û Paşnav: Muslum Urper
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Halîme – Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2022’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şiyar Amed
Nav û Paşnav: Mahsûm Bozat
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayik – Bav: Ferîde – Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Hezîrana 2022’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

SORO AMANOS

Hevrêyê me Soro li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke ji eşîra Goyî ya qedîm de hat dinê. Dema ku hîna ew zarok dewleta Tirk a qirker gundê wan şewitand, lewma neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike. Hevrêyên me li Stenbolê mezin bû. Dijmin dixwest bi şewitandin û valakirina gundan qirkirina Kurdan temam bike. Li hemberî vê yekê mîna hemû gelê me yê koçî metropolan kirî, malbata hevrêyê me Soro jî bi ferqa vê rastiyê xwedî li çand û kevneşopiyên Kurdî derket û ev yek derbasî zarokên xwe jî kir, bi vî rengî bersiva siyaseta qirkirinê ya dijmin da. Lewma tevî ku hevrêyê me Soro bi bi hezaran kîlomtereyan ji welatê me Kurdistanê dûr dikeve, girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Ji xizmên wî yên nêz gelek tevlîbûn û şehadet di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çêbûne, lewma ji temenê xwe yê biçûk û vir ve têkoşîna me nas kir. Bi taybetî şerê fedayî ya gerîlayên Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û belavbûna tovê azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, hevrêyê me Soro pir bandor kir. Lewma li hemberî têkoşîna me bû xwediyê sempatiyeke mezin. Hevrêyê me Soro ji temenê ciwantiyê û vir ve, rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û bi taybetî ji ber şewitandina gundê wan û ji Kurdistanê dûr mezin bû, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hêrsa xwe kir sedemê têkoşînê û di ferqê de bû ku dikare bersiva herî bi wate bide dijmin. Hevrêyê me Soro li ser vî bingehî dest bi xebatên ciwanên welatparêz û şoreşgeriyê kir. Hevrêyê me di nava van xebatan de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir û her roja derbas dibe, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Gelek ciwanên mîna wî neçar mane ku koçî metropolan bikin, hevrêyê me ji bo zanebûn û tevlîbûna van ciwanan a nava refên têkoşînê bû xwedî hewldan û kedeke girîng. Di vî warî de hevrêyê me wezîfeya xwe ya welatparêziyê bê kêmahî bi cih anî û piştî ku dijmin di serî de li Roboskiyê, li gelek cihan li dijî gelê me komkujî pêk anîn biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me Soro dizanî ku ev yek jî encex li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e; bi biryardariya tolhildana meta xwe Miskê, xalê xwe Xalit Goyî – Kûtas Urper, pismamê xwe Dijwar Goyî – Samî Pîranoglû û bi hezaran şehîdên me di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Soro ji Herêma Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên xwe yên li vir wergirt. Hevrêyê me ji zanebûn û tecrubeyên leşkerî û îdeolojîk ên hevrêyên xwe sûd wergirt û ji bo bibe gerîlayekî pispor hewldanekî mezin kir. Ev hewldanên wî ji aliyê hevrêyên wî ve hate teqdîrkirin û di nava demek kurt de hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me bi terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî, bi hêmanên Apoyî re kir yek û bi kesayeta xwe ya dirûst û samîmî derket pêş. Hevrêyê me li qada Mêrdînê demeke kurt pratîk meşand. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê li Rojava kir û ket nava hewldana komkujiyan, hevrêyê me bi israreke mezin derbasî qada Rojava bû. Hevrêyê me Soro tevlî berxwedana li vir bû û li aliyekî li qadên ku şer lê dijwar e destkeftiyên gelê me diparast, li aliyê din jî xwe di hunera leşkerî de pêş xist. Hevrêyê me Soro soza serketinê da hevrêyên xwe yên li Rojava di berxwedana destanî ya li dijî çeteyan de bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Her kêliya xwe fedayê mezinkirina têkoşînê kir. Dîsa di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî de, di nava koma destpêkê ya çûyî Şengalê de bû. Hevrêyê me Soro bi hevrêyên xwe re mudaxeleyî çeteyan kir û bi rola xwe rabû ku bi hezaran mirovên me ji komkujiyê rizgar bibin. Hevrêyê me di şerên pêvajoya li Rojava de du caran birîndar bû û ev yek kir hinceta hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me Soro wezîfeyên xwe yên li Rojava û Şengalê bi rengekî serketî bi cih anî û piştre ji bo xeyala xwe ya gerîlatiyê ya nîvçomayî pêk bîne, di sala 2015’an de car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me destpêkê derbasî herêma Zapê bû û li vir beşdarî perwerdeyên leşkerî yên di bin bunyeya Akademiya Şehîd Mehmed Goyî de dihatin dayîn, bû û xwest xwe di hunera şerê gerîla de bike pispor. Hevrêyê me Soro pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand û li heman qadê pratîk meşand. Dema ku dijmin ji sala 2015’an û vir ve êrîşa topyekûn li dijî Tevgera me da destpêkirin, hevrêyê me operasyonên ku pêk hatin li qada Zapê pêşwazî kir. Bi sekna xwe ya bi cesaret û biryar tevkarî kir ku derbeyên giran li dijmin bikevin. Hevrêyê me Soro li qadên Şehîd Rustem, Geliyê Zap, Kurojahro, Çiyayê Reş û Ertuş ên Zapê ma û li van deran derbeyên bi bandor li êrîşên dijmin xist. Di pêvajoya şer de hevrêyê me ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bû, ev birîndarî ji xwe re nekirin asteng û kir sedemê hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me Soro heta sala 2017’an li herêma Zapê ma; bi kedkarî, fedakarî û cesareta xwe di dilê hemû hevrêyên xwe yên pê re têkoşiya de cih girt. Hevrêyê me Soro difikirî ku encex bi têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê dikare bibe layiqê keda bê hempa ya Rêber Apo û daxwazên azadiyê yên gelê me. Diyar kir ku vê yekê herî rast wê di nava xebatên Hêzên Taybet de bi ser bixîne. Li ser vî bingehî di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrêyê me Soro di nava xebatên Hêzên Taybet de bi perwerdeyên ku wergirtî, xwest xwe weke fedayiyekî gelê me pêş bixe. Ji bo vê yekê fikirî ku divê xwe weke leşkerî û îdeolojîk bike pispor. Hevrêyê me got ku eger xwe bi temamî fedayê şoreşê bike hingê dikare bibe fedayî. Ev fikra xwe di her kêliya jiyanê de xiste pratîkê. Lewma jî bû milîtanekî wisa ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve were hezkirin. Hevrêyê me anî ziman ku fedayîtî di heman demê parêzvaniya xurt a felsefeya Rêber Apo ye. Heta hemû hucreyên xwe, xwe rêxistin kir û hêmanên Apoyî parast. Hevrêyê me Soro di çarçoveya xebatên Hêzên Taybet de di nava wezîfeyên cur be cur de cih girt. Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin zêde bûn, di sala 2021’an de derbasî herêma Zapê bû ku berê pratîk lê meşandibû. Li dijî konsepta tasfiyeyê ya dijmin bi fedayiyane li ber xwe da û şer kir. Hevrêyê me xwest bi vî rengî bibe bersiv û li Zapê di nava gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li dijmin hatin xistin de cih girt û îdîaya xwe veguherand pratîkê. Dema ku dijmin li hemberî hevrêyên wî yên li Zap û Avaşînê bi rengekî dermirovî çekên kîmyewî bi kar anî, hevrêyê me Soro hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezintir kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me hêrsa xwe hîn zêdetir veguherand sedemê têkoşînê. Bû xwedî kedeke girîng ku Zap veguhere kelha berxwedanê. Hevrêyê me Soro di pêvajoya li Zapê de ket nava hewldanê ku wezîfeya xwe bi rengekî herî baş pêk bîne. Bêyî dudilî û bêtirs bi ser dijmin de çû. Hevrêyê me Soro 10’ê Hezîrana 2022’yan di êrîşa dijmin a li qada Saca ya girêdayî Zapê de, şehîd bû. Hevrêyê me wê her tim bibe sedemê têkoşîna me.

ŞIYAR AMED

Hevrêyê me Şiyar di malbateke welatparêz de ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger neçar man ji metropolên Tirkiyeyê koçî Mersînê bikin, hat dinê. Ji temenê xwe ya biçûk ve rûyê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst nas kir û têkoşîna efsanewî ya Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê ku vîna azadiyê ya gelê me ne ji nêz ve şopand. Hevrêyê me ku bû şahidê zilma li metropolên Tirkiyeyê û şerê giran ê li Kurdistanê ya li dijî gelê me dewam dike, ji temenê biçûk ve gihîşt asteke xurt a hişmendiyê. Ji ber ku xeyala hevrêyê me bû rojek ji rojan li çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê bike, ev yek bû sedem ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrtir bike û bi têkoşîna me hê bêhtir bê girêdan. Hevrêyê me ku di dema xwendina zanîngehê de tevlî karê ciwanan bû, bêdengî ti carî ji bo xwe weke vebijêrkekê nedît û enerjiya mezin a ciwantiyê herikand nava refên têkoşînê. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û polîtîkayên asîmîlasyonê yên qirêj ku ciwanên Kurd bi taybetî dike hedef, ji bo hişmendiya ciwanên Kurd bilind bike kedeke mezin da. Hevrêyê me Şiyar ku weke milîtanekî pêşeng di nava gelê me de jiyaneke nû dihûnand, ji aliyê mêtîngeran ve hat girtin û 2 salan di zîndanê de ma. Hevrê Şiyar ku xwedî vîneke mezin bû, li zindanên mêtînger berxwedana xwe dewam kir û ti carî li ber dijminên gelê me stûyê xwe xwar nekir. Hevrêyê me ku di pêvajoya zindanê de lêhûrbûnên kûr jiyan, analîzên Rêber Apo ti carî li ba xwe kêm nekiriye û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Hevrêyê me ku piştî ji zindanên mêtingeriyê derket navber neda têkoşîna xwe û berxwedana xwe sala 2017'an li çiyayên Kurdistanê domand.

Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê li qada Zapê bi serketî qedand, yekem pratîka xwe ya gerîlatiyê jî li heman qadê pêk anî. Hevrêyê me ku li erdnîgariya bi heybet a Zapê şansê gerîlatiyê kirin bi dest xist, di demeke kurt de xwe bi pêş xist. Bi tevlîbûna xwe ya jidil û samîmî bi hemû hevrêyên xwe re girêdaneke xurt ava kir û bi îradeya xwe ya xurt hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye derbas kir. Hevrêyê me ku di pratîkê û taktîkên nû yên gerîlatiyê de pispor bû, li qada Zapê cihê xwe di nava têkoşîna dîrokî ya li dijî artêşa dewleta Tirk a mêtinger de girt. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyan derbên giran li dagirkeran xist. Di her kêliya jiyana xwe de bi felsefeya Rêber Apo û bîranîna têkoşîna şehîdên me yên nemir ve girêdayî bû. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên bi armanca tinekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku îradeya azadiyê ya gelê me ye, hevrêyê me Şiyar derbasî qada Avaşînê bû, di refên herî pêş de cihê xwe girt û di berxwedana dîrokî ya hatiye pêşxistin de kedeke mezin da. Hevrêyê me Şiyar yek ji hevrêyên destpêkê bû ku bersiv da êrîşa dagirkeriyê û xeta fedaî ya ji aliyê PKK'ê ve hat afirandin bi rengekî bêteredût pêk anî. Di gelek çalakiyan de cih girt, derbên giran li mêtingeran da û ji bo pêşî li pêşdeçûna dagirkeran bigire bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku di tîmên bi tevger de cih digirt û ji bo derbên giran li dagirkeran bide her tim di lêhûrbûnê de bû, di demeke kin de pispor bû û bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me ku ket ferqa divê milîtanek bibe xwedî kesayetiyeke yekgirtî, li ser vê esasê bi qada leşkerî re sînordar nema, di qada bîrdozî de jî kûrbûneke mezin pêk anî. Hevrêyê me her tim hewl da ku di paradîgmaya li ser bingeha Azadiya Demokratîk, Ekolojîk û Jinê de ya ku Rêber Apo bi kedeke mezin pêşxistiye û îro ji bo gelên bindest, jin û ciwanên li her derê bûye hêviya azadiyê, xwe kûr bike. Hevrêyê me Şiyar ê ku bi qasî xwe pêşxistin hevrêyên xwe jî pêş xistin esas digirt, bi parvekirina tecrûbeyên mezin xurtir bû û di dilê her hevrêyekî xwe de, bîranînek çêkir.

Hevrêyê me Şiyar ê ku milîtanekî şert û mercên herî zehmet bû, ji bo Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bigihêje serkeftinê her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir. Bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdên me, bi rengekî fedakar ji bo têkoşîna şoreşê xebitî û bi awayekî fedaî şer kir. Hevrêyê me Şiyar ku ruhê serketinê jiya û nîşanî hevrêyên xwe da û li dijî dagirkeran bê teredût bi lehengiyeke mezin meşiya, mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin li dû xwe hişt û di 30'ê Hezîrana 2022'yan de tevlî karwanê nemiran bû. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêyê me Şiyar re dixwazin ku bûye yek ji mînakên herî diyar ên milîtaniya PKK'ê. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya mezin a têkoşînê ya hevrêyê xwe li dû xwe hiştiye bi serketinê tacîdar bikin.”